Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê Hunermend kurd Åžahîn Berzencî girtiye û bernade. Jiyana Berzencî di xetereyê de ye. HRRK'ê daxuyaniyeke nivîskî weÅŸand û bal kiÅŸand ser vê yekê.
Ji destpêka meha îloûna 2015'an ve, li bajarê Îzmîrê, karîkaturçêker û rojnmegerê kurd Åžahîn Berzencî ji hêla polîsên Tirk ve hatiye girtin. HRRK'ê (Hevgirtina RewÅŸenbîrênRojavayê Kurdistanê) lu ser Berzencî daxuyanî da û wisa got: "Desthilatdarên Tirk ew û hejmareke mezin ji penaberên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê girtine û wan kom bi kom radestî komên çekdarên islamî li Sûriyê dikin. Her wisa ji bo vê radestkirinê Åžahîn Berzencî jî li girtîgeha Osmaniye – Düziçi hatiye rawestandin û jiyana wî di bin xetereke mezin de ye. Em hemkar û hevpîÅŸeyên wî di hevgirtina rewÅŸenbîrên rojavayê Kurdistanê de bang li hemû dezgehên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin, bi taybetî PEN a Kurd, PEN a Tirk û PENa internasyonal, her wisa Amnesty international û rêxistinên din dikin ku têkevin tevgerê da ku di zûtirîn dem de serbest bê berdan."