logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
  2. Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz
  3. Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin
  4. 'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da
  5. Li Rojava bernameya Newrozê: Li 7 bajaran di heman demê de wê bê pîrozkirin
news-details

Li 3 kantonên Swîsre perwerdehiya kurdî heye lê hejmara şagirtan kêmî 100'î ye!

Li ser perwerdehiya bi kurdî ya li Kantonên Swîsreyê me bi kordînatorê perwerdehiyê Hesen Husên Denîz re xeber da

  • Dîrok: 24/10/2015
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Zekî Ozmen

Li Swîsre piştî kantonên Zurich û Baselê, li kantona Bernê jî dersên zimanê kurdî bi awayekî fermî hat pejirandin. Wekî hinek welatên din ên Ewropayê, malbatên kurd li vî welatî jî eleqe nîşanî dersên kurdî nadin. Em bi Hesen Huseyîn Denîz ku hem li Swîsre koordînatorê dersên kurdî yê li kanton û bajarê cuda ye û hem jî di heman demê de mamostetiya zimanê kurdî dike derbarê rewşa perwerdeya kurdî li Swîsre axivîn.  

Li Swîsre ji kengî ve li dibistanan bi awayekî fermî û ne fermî dersên kurdî tên dayîn?

Her çiqasî berê jî li hin bajaran dem bi dem hîndekariya kurdî hatibe meşandin jî, ji sala 2008’an û vir ve li Swîsre bi awayekî bê navber û rêkûpêk hîndekariya kurdî li fêrgeh û dibistanan tê meşandin û ji sala 2014’an û vir ve di nava sazûmana hîndekariya Swîsre de bi awayekî fermî hat bicihkirin. Li gorî deman û beşdarbûna malbatan hinek dibistan tên vekirin, piştî demekê tên girtin, pişt re dîsa tên vekirin. 

Li kîjan kantonan perwerdeya kurdî heye?

Heta niha li Swîsre li van bajaran fêrgehên kurdî hatin vekirin: Zurich, Zug, Chur, Lusern, Schaffhausen, St.Gallen, Winterthur, Biel, Solothurn, Friburg, Bern, Cenevre, Basel. 

Lê bi awayekî domdar li kantonên sereke Bern, Basel, Zurich û Solothournê fêrgehên kurdî hatine meşandin. Di roja me de li van bajarên Swîsre hîndekariya kurdî heye: 

Zurich: Li çar cihan  (Walenbach-Auzelg-Altstetten-Mettlen) 5 ref (50 zarok) ji bo zarokan, du ref ji bo mezinan (20 kes 5 jê Swîsrî). 

Basel-Langi: 2 ref ji bo zarokan (35 zarok), refek ji bo ciwanan (li Radyo X Dreispitz)(14 kes 1 swîsrî). 

Solothourn: refek ji bo zarokan (15 zarok), refek ji bo mezinan (7 kes). 

Bern: Qeydên zarokan didomin. Ji bo mezinan refek 6 kes (sê Swîsrî)

Biel : 2 ref (17 zarok)

Daneyên we li jor rêz kirin hem dersên fermî li dibistanan û hem jî yên ne fermî bi însiyatîfên cuda di nava xwe de dihewînin...

Hîndekariya kurdî ya li dibistanên fermî yên Swîsre tên dayîn di demên vebûna dibistanan de dest pê dikin û bi dawîbûna dibistanan re ew jî dikevin betlaneyê. Zarokên ji 4 salî heta 14 salî dikarin beşdarî van qursan bibin. Bi awayekî din, zarokên ji Hêlîna Zarokan, Dibistana Seretayî û ya Navîn heta refa 2’yan dikarin beşdarî vê hîndekariyê bibin. Ji bo kesên ciwan û gihiştî li derveyî dibistanan ders tên dayîn û di her temenî de, ji her netewê kes dikarin beşdarî vê hîndekariyê bibin. Her wiha ji bo zarokan jî ji kîjan beşê Kurdistanê dibe, bila bibe dikare beşdarî bibe. Li her dibistanê kêmek zarok hene ku dayik an jî bav ji neteweke din in û ew jî ji ber ku ji dê ango bav yek jê kurd e, beşdarî vê hîndekariyê dibin. Yanî hinek zimanê dayika xwe fêr dibin, hinek ê bavê xwe.

PÊVAJOYA QEBÛLKIRINA PERWERDEHIYA KURDÎ


Di van rojan de piştî xebateke dûr û dirêj li kantona Bernê jî êdî mafê ku perwerdeya kurdî bi awayekî fermî li dibistanan hate dayîn. Pêvajoya fermîdayîna dersên kurdî çawa destpêkir û zehmetiyên di wê de mê de hûn pê re rû bi rû man çi bûn?

Hîndekariya kurdî niha em bi navê Komeleya Hîndekariya Kurdî dimeşînin. Li Swîsre zagona hîndekariya zimanê dayikê dibêje ku, ji bo bi zimanekî dayikê perwerde were fermîkirin, divê konsulat (balyozxane), yan jî saziyeke bêalî vî karî hilgire ser milê xwe. Ji ber ku balyozxaneya me kurdan tuneye, me di sala 2008’an de bi navê Yekîtiya Malbatên Dibistana Kurdî komeleyek damezirand, di sala 2013’yan de me navê vê komeleyê wekî Komeleya Hîndekariya Kurdî guhert û ji bo fermîkirina hîndekariya kurdî serlêdan kir. Salên di navbera 2008 û 2013’yan de ji bo me salên amadekirinê bûn. Me di van salan de li komeleyan pir qurs dan lidarxistin û di nava gel de hestiyariyeke li ser zimanê kurdî afirand. Di sala 2013’yan de serlêdana me li Wezareta Perwerdehiya Swîsre şaxê Zurichê da destpêkirin, di sala 2014’an de hat pejirandin. Pişt re me heman kar li kantona Baselê da meşandin û bi ser xist. Herî dawî di sala 2015’an de me li paytext Bernê jî ev serlêdan kir û di van rojan de serlêdana me hat pejirandin. Divê were zanîn ku pêvajoya pejirandina serlêdana fermîkirinê ne hêsan e. Ji bo dewletan ji ber ku balyozxane vî karî dimeşînin û hem ew fermî ne, hem mamosteyên wan fermî ne pirsgirêk çênabin, lê ji bo neteweyên wekî me ku ne dewleta wan heye, ne balyozxaneya wan, ne mamosteyên wan û ne jî derfetên din hene, pir zehmet e. Diviya bû em hemû kar û xebata xwe bi îspat pêş wana bikin ku em dikarin hîndekariya kurdî bimeşînin û bi awayekî bê alî (ji ol û siyasetê dûr-ji her kesî re vekirî û bê qezenca madî) bixin xizmetê. Ev yek ji aliyê pisporên Wezareta Perwerdehiyê ve hat qontrolkirin, şopandin û di encama vê yekê de erênî hat dîtin û hat fermîkirin. Ev yek ji gelê kurd re derfeteke pir grîng û dîrokî ye.

KESÊN DERSÊ DIDIN


Li her derî ji bilî nebûna eleqeyê ya malbatan a ji bo perwerdeya kurdî, pirsgirêka nebûna mamosteyên kurdî jî rû dide. Ev rewş li Swîsre çawa ye?

Hîndekariya li giştiya Swîsre niha bi van mamosteyan tê meşandin: Li Zurichê; Mahmut Demirtaş, Hasan Şahîn, Selhadîn Ulug, Perihan Gucuk, Bêrîvan Qehreman. Li Baselê; Evîn Yagci, Berfin Koyuncu, Ayşe Çûlpan, Li Biel-Solothourn-Bern; Lezgîn Ornek. Ez jî van dibistanan tev hem koordîne dikim û hem jî li Basel-Bern û Zurichê beşdarî dersan dibim. Mamosteyên xwe jî me bi xwe gihandine û tev bi dildarî kar dikin. Ji bo tecrubegirtina mamosteyan, li Zurichê ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve qursên pedagojî û dîdaktik-metod tên lidarxistin û mamosteyên me beşdarî van qursan dibin. Piştî beşdarbûna van qursan ku ji bo mamosteyekî/ê qasî du salan didome nasnameya mamostetiya zimanê dayikê tê dayîn û êdî ew dikare di bin banê Komeleya Hîndekariya Kurdî de bi awayekî fermî mamostehiyê bike.

DI HEFTEYÊ DE 2 SAET DERSE


Bi taybetî ev dersên bi awayekî fermî li dibistanan têne dayîn paralelî dersên din ên dibistanê têne meşandin?

Li gorî Sazûmana Hîndekariya Swîsre di hefteyekê de 2-4 saetan dersên zimanê dayikê li dibistanên fermî (nêzî niştewarê zarokên serlêdan kirine) di demê ku dibistana fermî tunebe de tên dayîn. Ji bo vê qursên me rojên şemiyê, çarşemê piştî nîvro, în an jî duşemê êvarî tên dayîn. Wekî hîndekariya kurdî di hefteyê de 2 saetan em dersan dimeşînin. 

NAVEROK LI GOR PERWERDEHIYA KONTONÊ


Naveroka dersên hûn didin çi ye?

Di van dersan de ziman, çand, dîrok, bi rêka pirtûk, nivîsandin, xwendin, guhdarîkirin, wêne, muzîk û lîstikan didin zarokan. Pirtûkên qursan em bi xwe amade dikin, ji yên hatibin amadekirin em sûd digrin. Planê dersdayînê di serê sala perwerdehiyê de li gorî planê çarçoweyî yê Wezareta Perwerdehiya Swîsre-Kantona Zurichê em amade dikin û di malpera xwe de bi cih dikin. Dîsa dersên tên dayîn û xebatên dersan ên mamosteyan jî em di malperê de bi cih dikin. Bi vî awahî agahiya mamosteyan ji xebatên hev çêdibe û dikarin ji hev sûd bigrin.

BILA SAZÎ PÊŞIYA KURDÎ NEBIN ASTENG


Eger em li daneyên we li jor rêz kirin binêrin û hejmara zarokên kurdan ên li Swîsre bidin ber çavan, eleqeya perwerdeya kurdî zêde kêm e...

Li tevahiya Swîsre zêdeyî 10 hezar zarok ji hîndekariya zimanê dayikê sûd digrin, lê hijmara kurdan nagihêje sed zarokî. Ev yek kêmahiyek e û heyf e. Hêvî û daxwaza me ji gelê me ew e ku zarokên xwe zêdetir bişînin hîndekariya kurdî. Ji sazî û rêxistinên kurdistanî jî hêviya me ew e ku hey alîkarî û destekê nadin kar û xebata hîndekariya kurdî qet nebe bila li pêşiya vî karî nebin asteng.

Kesên bixwazin dikarin bi rêya malpera www.zimanekurdi.org bi Komeleya Hîndekariya Kurdî-Swîsre rebikevin têkiliyê.

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

news

Cihê sohbet û hevdîtinê Firata Nûbiharê; Suleyman Çevîk qal dike

news

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hekîm Sefkan bi nivîsên xwe yên nû tê

ad

HDP li van bajaran berendaman nîşan nade

ad

Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye

ad

Di Lîga Ewropayê de pişke hat kişandin

ad

Festîvala Fîlman a Rojava bi fîlmê "Heval Birako" dest pê kir

ad

Ji Îhsan Colemêrgi 3 romanên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî

  • 16 03 2026
news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

  • 15 03 2026
news

Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin

  • 15 03 2026
news

'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da

  • 16 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname