Mehmûd Onder*
Ji bo hemû xatir û qedirşinasan re êvar baş.
Beriya her tiştî ji bo bi sedan kes, heval, hogir û dostên ku bi riya medya civakî-sosyalî li halê min pirsîne sipas dikim û mala wan ava be... Her wisa zêdetirî sed heval û dostên ku bi riya telefonê şîfa ji min re xwestine jî bi heman hest dilî malavahiya wan dikim...
Ji ber ku ez nikarim bersiv bidin her kes, dost û xatirşinasên ku li halê min dipirsin, ez dixwazin di der barê rewşa xwe ya dawî de hin agahiyan bi heval û dostên hêja re parve bikim:
Mîrata Kemoyê û namerdê tumorê di laşên-hestiyên min de dest bi şerekî dijwar kirine. Wekî Barzan Şahsiwar dibeje; "Di nava laşê min de Dikşin dikşin dikin..." Îja kî zora kî bibe ne diyar e... Boksoren Kemo û Tumorê her cara ku kulm li hev û din dixin, wekî rime Alî Osmaniyên ku li erdê qula mişka nêzî Nisêbînê li pişta Derwêşê Evdî xistin û têde badan, jan didin laşê min...
Min ji doktoran re got, "bila boksorên Kemoyê zede bin da ku zora boksorên tumorê bibin", gotin "Na! Em nikarin neheqî bikin û alîgiriya aliyekî bikin, emê bi awayekî adil tevbigerin, nabe ku kîlo an jî hejmara boksoran ji hev zedetir be..."
Ev hefteyek e Kemo dane laşê min û hin îşaretên biçûk hene, ku boksorên kemoyê wê karibin hinek zora boksorên tumorê bibin... An jî gelo ez bixwe hêdî hêdî fêrî êşê dibim û wisa hîs dikim!!!
Bi rastî jî niha nizanim wê çawa be, lê heza ku hûn heval, hogir û dostên hêja dane min, ez pirr dilxweş kirime û moral daye min... Encax bi moraleke mezin ezê karibim ve nexweşina xedar têk bibim...
Rewşa min çi dibe bila bibe, ez ji kêliyek-deqeyeke têkoşîn û berxwedana xwe poşman nîn im; eger careke din ji nû ve werim dinyayê, ezê dîsa wiha bi serbilindî têbikoşim... Lewma ez bawer dikim, ku eger ji kokê nebe jî ezê bi qasî demeke maqul li hember boksorên tumorê li ber xwe bidim...
Ji her kesî re silav û rez...
*Têbiniya Diyarnameyê: Em wekî Diyarname jî her xema Mamoste Mehmûd Onder dixwin û her jê li benda agahiyên baş in. Jixwe wekî gotiye nikare bersiva her kesî yek bi yek bide, me jî xwest em vê agahiya li ser wî ragihînin her kesê ji wî hez dike, jêre dia dike û daxwaza başiya wî dike.
**
Nûçeya eleqedar:
- Dermankirina Mehmûd Onder didome