Îro li payetexta Rusya Moskova konferansa li ser navê ‘Perspektîfa Avakirina Koalîsyona Navnetewî li dijî DAIŞ’ê’ bi beşdarbûna nûnerê kurdan hat lidarxistin.
Konferansa ‘Perspektîfa Avakirina Koalisyona Navnetewî li dijî DAIŞ’ê îro li paytext Moskova seat 10:00’an bi beşdarbûna nûnerên kurd ji bakur û rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Konferans ji aliyê Enstîtuya Stratejîk a Rusyayê (Russian Institute For Strategic Studies) hat organîzekirin. Endamê parlemena jêrîn a Rusyayê Dumayê Mironov Segey Mixailoviç, gelek siyasetmedar, akademîsyen, lêkolîner û nivîskarên ji Rojhilata Navîn û Asyayê tevlî konferansê bûn.
Ji Bakûr Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, ji Rojava Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah û Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim beşdarî konferansê bûn.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Dîrektorê Enstîtuyê Leonîd Petrovîç ve hat kirin. Petrovîç da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû heye û got: “Di vê pêvajoyê de Kurd xwedî roleke girîng in. Di konferansa xwe de em ê hem rewşa herêmê, hem jî rewşa stratejîk a Kurdan binirxînin.”
Di Konferansa îro de ku ji seat 10:00’an heta 17:00’an wê berdewam bike, rola Kurdan a stratejîk di Rojhilata Navîn de hat gotûbêjkirin. Hat gotin ku heta pirsgirêka Kurd di Rojhilata Navîn de çareser nebin, tu pirsgirêkên din nayê çareserkirin. Hebûna du hêzên wek Amerîka û Rûsya di Herêmê de jî hat nîqaşkirin, ku pêwîste Rûsya rola stratejîk ya Kurdan li ber çavan bigire û li gor wê siyaseta xwe diyar bike.
Herwiha rêveberên rêxistin û saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê jî tevlî konferansê bûn. Konfernsa navnetewî ya ‘Perspektîfa Avakirina Koalisyona Navnetewî di şerê li dijî DAIŞ’ê de’ di va seatan de jî berdewam dike.
Tê hêvîkirin di demên pêş de encamnameya Konferansê were eşkerekirin.