logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Wezîr dibêje pere hene, Barzanî dibêje nîn in!*

Wezîrê Darayî dibêje pere hene lê Nêçîrvan Barzanî dibêje nîn in, û karmend, pêşmerge pere nagirin. Dê çawa be?

  • Dîrok: 06/10/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Necîbe Qeredaxî

Berî 24 salan bi sirûd û dirûşma bi nav û deng “Demî Raperîn e” bi watayeke din dema serhildanê ye gel rabû û hemû saziyên dewlet di 3 hefteyan de ji holê rakirin û başûrê Kurdistanê bi serhildaneke girseyî û çekdarî di heman demê de ji saziyên Baasî hat paqijkirin. Ew sirûd hîn jî dema mirov li wan guhdarî dike rojên xweş yên vê serhildanê tînin bîra mirovan û cihêkî girîng di bîra me ya dîrokî de girtine, ji ber ku Serhildanê li hemberî zilm û zora rejîma Baas ku bi kîmyabaran, Enfal, kuştin, girtin, dardekirin û hemû cureyên neheqiyê bûn.

Lê piştî 24 salan heman dîmen me di roja 03.10.2015 dît, gel sirûda “demî Raperîn e” got, gel serî radike û îşareta xurt ya serhildaneke din heye, lê vê carê li hemberî kî û ji bo çi? 

Ez ê li vir hinekî sedeman li gorî ne yên baweriya wan bi şoreşê heye lê yên ku hîn jî baweriya wan bi reforman heye nîşan bidin, wê demê bila xwîner biryarê bidin bi rastî jî “Demî Raperîn e” an na? 

40 hezar kes ji Başûr koçber bûn

Di nava 3 mehan de zêdetirî 40 hezar kesî ji başûrê Kurdistanê koçber bûn, di nava 2 hefteyên dawî de zêdetirî 10 cenazeyên van koçberan vegerandin başûrê Kurdistanê? Di bereyeke şer de ji ber nebûna kordîneyeke hevpar di nava hêzên pêşmergeyên aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê de di teqînekê bi destê DAIŞ'ê de 31 pêşmerge şehîd bûn, lê tenê 3 ji wan ji bo gel ragihandin ji tirsa serhildanê, rayedar ditirsin ragihînin, lê piştre jî dîmen hatin weşandin. Ev 3 meh in ku li ser hev tu meaşê  pêşmerge, karmend û mamosteyan nayê dayîn tevî ku meaş tekane çavkaniya debara wan e. Rewşa Tendrustî û Perwerdê li başûrê Kurdistanê di asta herî trajedîk de ye. 

Raporên li ser hatinên Petrolê jî tên weşandin rastiyên nelirêtî di bazirganiya bi petrola Herêma Kurdistanê de radixin ber çavan û baştir bersiva pirsa gelo dema serhildanê hatiye an na, didin. 

 

Wezîr cuda, Barzanî cuda diaxive! 

Hikumet dibêjê pere nîn e, lê serokê komisyona darayî li Perlemana Herêma Kurdistanê Îzzet Sabîr dibêjê, “3 mîlyar dolarên hikumetê hene, ev pere ji firotina petrolê tên û razandî ne li banka Kurdistanê ya navdewletî ku Nêçîrvan Barzanî xwediyî wê ye”. 

Çend caran wezîrê petrolê hatiye vexwendinî Parlemanê ji bo lêpirsînê, lê ji ber ku bi biryareke neqanûnî N. Barzanî gotiye “bê îmzeya wî Parlemen nikare lêpirsîna tu wezîrêkî/ê bike", ser hemû nelirêtiyên tê girtin.

 

170 bîrên petrolê kar dikin, pere kuda diçin? 

Petrol ji 170 bîrên cuda tê derxistin û ji derve re tê şandin, hem li ser rêya lûleyan û hem bi tankêran. Lê pere nakevin xezîneya hikumetê, her du partiyên desthilatdar YNK/PDK van pereyan dibin, ji bo wê jî kiriza aborî û nedayîna meaş wekî kirîzeke siyasî xwe dide der. 

Tevî ku ji 19'ê gelawêjê ve dema serokayetiya herêmê ya Mesûd Barzanî bi dawî bûye jî, heya niha aliyên siyasî tu çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê nedîtine. 

Van rojên dawî jî greva kar a mamoste, karmend û hemû beşên cuda yên civakê dest pê kiriye û her diçe belav dibe. Dema nivîsandina vê gotarê li zêdetirî 15 deverên cuda greva mamosta, karmendên tendrûstiyê destpê kiriye. Tevî hemû zehmetiyan û tevî van kirîzan hemûyan jî heya niha Pêşmerge heman helwêst nîşan nedaye, eger hûn bipirsin çima? Ez ê bibêjim, ji ber ku wan rihê têkoşîn û şerê Gerîlla û Şervanên azadiyê girtiye; pêşmerge jî li kêleka Gerîlla çeperên berxwedanê li hemberê DAIŞ´ê bernade, di nava gel de ev rih divê ji  bo guhartinan bibe bingeh.


necibeqeredaxi@gmail.com

Yeni Ozgur Polîtîka


Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê vê gotirê “Demî Raperîn e” bû, me guhart û wisa weşand.


Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Di 'Xetaya Pergalê' de belgefîlmên kurdan hene

ad

Amed dê hê zêdetir bişewite

ad

Ji Kobanî û ser sînor notên roja 25'ê mehê

ad

Navê tîma David Backham ê nû diyar bû

ad

Ji 'Tenêtiya sedsalê' kirin rêzefîlm

ad

PEN’a navneteweyî li ser KCK’ê name şand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname