SÊLFÎ (Ezîtî zindî)
Dara Kurdo
Ewropiyê "NUH", tu qet nenivîse niha, qet nebêje ez bi wê partiya han re me, an bi ya din re, tu nuh gîhayî Ewropayê, qet nekeve nav çapemeniyan an çalakvanan, û bila tu kes wêneyên te belav neke di rojneme û malperan de. Bêje min berê karê avdanê dikir, bêje min cotkarî dikir. Nema tu pêdivî ku tu bibêjî ez xwedî pênûs im.
Wêneyên te yên "Sêlfî", yên tu bi xwe digirî û bi xwe belav dikî, yê dîrokê vedipencirînin vê sibeha zû.
Ew rawestandina te bi cilên nuh, li hember zarokên tazî, helbest e.
Ew maseya xwarin li ser dibirûse li pêþiya te, li hember zarokên birçî, yên þîr di guhanên dayîkan de hiþk bûyî ji tirsa dengên gulan re, helbest e.
Ew girêdana porê te, ew destê tu dide ber rûyê xwe, ew rûyê te yê wekî çelem, sor, ew koka wêjeyê ye!, li hember hezar kesên ser neþûþtî ji ber qutbûna avê, helbest e.
Ew devê teyî kenok di devê kamîrê de, ew yê çîroka te dirise bi wêneyan, ew dev bi ferehiya reya sed penaberî ye, yên çiya talan û berbat dikin, bi hiþkayî ya lêxistina lingan re, dema ew direvin ji warê xemgîniyê, ji warê girî baz didin û li warê kên digerin.
Ma min negot, feqîr, penaber, yên bêwelat, bindest, zordîtî... ew hemû nikarin li bejn û bala dewlemndiyan binêrin?!
Ma min negote te, ew nêrîna wan ya teze diþikeste?
Nêrîna birçiyan bi pariyek nan diþikeste, nêrînên zarên sêwî, li dîtina zar û bavên xelkê diþikestin, guhên wan bi gotina “bavo” diteqin, dilê benaberan bi gotina “gule” dibijiqe, û xwîn sar belav dibe li laþê wan, wekî reva çêlkewan dibijiqin, ji tirsan re þîr di gulmên zarokan de diqete. Ew þûþeyê me yê tu hildide jor, pozê tifingên dijmin diþikestîne, ew tifingên dev ber zarokan û wekî ewran dikin gume-gum, miletê xemgîn stûyê xwe xwar ber ezîtiya te dike, bi nêrîneke þikestî û dipirse bi tirs:
Ma tu dikarî ew wênegirê bidî ber eniya min, ku tifing ji ser aniya min rabe?