AMED (DÎHA)
Li Taxa Hasarili ya Sûrê ya ku dibin dorpêça polîsan de ye û şer lê berdewam dike, dema ku nûçegihana JINHA'yê Şehrîban Aslan nûçe dişopand birîndar bû.
Li navçeya Sûra Amedê tîmên taybet û polîs navçe dorpêç kiriye û pevçûn berdewam dikin. Serê sibê dema ku nûçegihanên JINHA û DÎHA'yê ji bo şopandina nûçeyan çûn navçeyê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li wan kir. Dema ku ji ser kolana Mêrdînê parlementerên HDP'ê xwestin bikevin navçeya Sûrê û li gel wan nûçegihanan xwestin nûçe bişopînin rastî gulebarana polîsan hatin.
Li taxa Hasarli polîs raste rast welatiyan gulebaran dikin. Di encama gulebarana polîsan de nûçegihana JINHA'yê Şehrîban Aslan birîndar bû. Aslan bi sivik birîndar bû. Rewşa wê baş e.