ŞIRNEX
Li navçeya Sîlopiyê Fatma Ay û keça wê ya 14 salî ya bi navê Berfîn dema li ser banê mala xwe radizan bûn hedefa nîşangirên ku li ser Buroya Raçavkirina Tescîla Trafîkê ya Midûriyeta Emniyeta Navçeyê hatibûn bi cih kirin. Di bûyeRê de Fatma Ay hat kuştin û keça wê Berfîn jî bi giranî birîndar bûye ku ew rakirin Nexweşxaneya Batmanê.
Li gor nûçeya DÎHA'yê li ser Buroya Raçavkirina Tescîla Trafîkê ya Midûriyeta Emniyeta Navçeya Silpoî hêzên nîşangir hatine bi cih kirin.
Van nîşangiran gule bera jina bi navê Fatma Ay (55) û keça wê Berfîn Okten ku li ser mala xwe ya li Kolana 52'yemîn radiziyan. Bûyer saet li dor 12,30'yê şevê çêbûyeç. Di encama gulebaranê ewil qêrîna keça wê hatiye û dema ku Fatma Ay xwestiye alîkariya keça xwe bike vê carê jî sekvanan gule berdane wê. Ay û keça wê bi birîndarî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê lê li vir ligel hemû mudaxaleyan Fatma Ay miriye. Keça wê ya ji milê xwe birîndar jî sewqî Batmanê kirin.