logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat
  2. Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran
  3. Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir
  4. 2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî
  5. Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna
news-details

Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî 6 pirtûk

Şaxên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî yên Dihok, Silêmanî û Kerkûkê vê carê 6 pirtûk bi tîpên erebî bi hev re çap kir.

  • Dîrok: 04/01/2009
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Şaxên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî yên Dihok, Silêmanî û Kerkûkê vê carê 6 pirtûk bi tîpên erebî bi hev re çap kir.

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku kar û barê xwe li Başûr dike, şeş pirtûkên nû bi tîpên erebî derxist. Pirtûk li ser mêjû, folklor û kelepûra kurdî ne. Ev pirtûkên ku li ser erkê Weşanxaneya Aras hatine çapkirin, sê jê wekî weşanên şaxa Silêmaniyê ya Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, du jê wekî yên şaxa Dihokê û yek jî wekî weşanên şaxa Kerkûkê hatine çapkirin.

Vane agahiyên li ser pirtûkan:


Şêxê Sen'aniyan / Feqiyê Teyran – Xemgîn
Amadekirin û nivîsîna pêşgotinê: Celîlê Celîl
Tîpguhêzî û wêrgerana pêşgotinê: Merîwan Umer Dewlet

Ev berhema hanê ku nezîrî wate munazere ye, di nav edebiyata kurdî de cureyekî kêmpeyda ye. Xemgîn li ser bingeha berhema Feqiyê Teyran Şêxê Sen'aniyan nezîrî-nezîreyek nivîsiye û Celîlê Celîl jî ew li Suriyeyê peyda kiriye û cara pêşîn li Viyanayê bi tîpên latînî û erebî çap kiriye. Her çend bi kurmanciya jorîn komek pirtûk li ser Feqiyê Teyran û Şêxê Sen'aniyan hatibin nivîsîn jî, ev yek bi kurmanciya jêrîn bi têra xwe nehatiye kirin, lewma hin peyv û tabîrên nav helbestê bi kurmanciya jêrîn hatine danîn da ku xwendyar bêhtir û baştir têbigihên.
Hêjayî bîrxistinê ye, Şêxê Sen'aniyan ku behsa evîna şêxekî û keçeke mesîhî dike, li her çar parçeyên Kurdistanê bi nav û deng e çi li nav musilmanan çi li nav êzidiyan. Celîlê Celîl di pêşgotina pirtûkê de weha dibêje: "Lûtkeya berhemên Feqê Teyran Şêxê Sena'niyan e ku li Rojhilata Nêzîk û Navîn bi nav û deng e ... ku ji bo şaîr û sofiyên wê serdemê bûye serkaniya dariştina berhem û helbestan."

***

Karesata Kela Dimdimê (1606-1608)
Dr. Serwer Ebdulrehman

Pirtûk li ber ronahiya çavkaniyên mêjûyî û folklorîk Bûyera Kela Dimdimê dinirxîne ku heta niha çendîn beyt û lawik û stran pê hatine gotin, lê bi têra xwe lêkolînên zanistî û mêjûyî li ser nehatine kirin. Di vê pirtûkê de ku ji çar beşan pêk hatiye, di beşa yekem de, rewşa siyasî, civakî û jeopolîtîk ya dever û Kurdistanê ya wê serdemê tê nirxandin; her weha qala jiyana Şah Ebas û avakirina Kela Dimdimê tê kirin. Di beşa duyem de bi awayekî dûr û dirêj behsa jiyan û kesayetiya Xanê Lepzêrîn tê kirin. Di beşa sêyem de jî nivîskar têkiliyên Xanê Lepzêrîn, danûstandin û têkiliya akinciyên kelehê daye ber ronahiyê. Di beşa çarem de jî behsa êrîşa ser kelehê û berxwedana akinciyên wê, hawardaxistina Xanê Lepzêrîn bo serdarên kurd û sedemên dagîrkirina wê tê kirin. Nivîskar wekî çavkaniyên folklorîk ji şaxên devera Behdînan û Mukriyan sûde wergirtiye.
Dr. Serwer Ebdulrehman li Zanîngeha Silêmaniyê li beşa mêjûyê mamostetiyê dike. 

***


Yekem Xeyal – Sê skor bo Orkestraya Jîdar 
Zozik Qeredaxî

Pirtûk ji sê awazên bi navê "Dark Honî, Yekemîn Xeyal û Semay Kurd Le Vîenna" pêk tê ku bi zanista orkestrasyona cîhanî, harmonî, kontrapoyint, form hatine danîn. Ji van berheman "Semay Kurd Le Vîenna" ku li ser bingeha strana folklorîk "Boy Dênim" hatiye veçêkirin,  di  sala 2007an de, li Festîvala Yekem a Navneteweyî ya Ciwanan ya li Viyanayê ji aliyê Orkestraya Jîdarî ya Kurdî ve digel çend berhemên dî hate pêşkeşkirin û payeya duyem ya "gelek baş" wergirt.
Hunermend Zozik Qeredaxî, viyolonîstekî Orkestraya Jîdarî ya Kurdî ya li Silêmaniyê ye û heta niha çend pirtûk û çendîn gotar li ser muzîkê nivîsîne.

***


Metelên Şebekan
Berhevkirin û şîrovekirin: Herdewêl Kakeyî

Ev pirtûka hanê bi şêwezara Maçoyî ye û pitir ji 600 metelan pêk tê ku li gorî rêzbendiya tîpan hatine danîn. Metel bi jêrenot û perawêzên bi kurmanciya jêrîn hatine ravekirin da ku têgihiştina wan hêsantir be. Cihê bîrxistinê ye beriya niha jî şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê pirtûka Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Şebekan çap kiribû.
Şebek ku li derdora Musilê bi cih û war in, bi şaxekî şêwezara Goran dipeyivin ku wekî Maço tê naskirin û nêzîkî hewramanî û kirdkî ye. Ew ji aliyê ayînî ve gelekî nêzîkî alewiyên bakurê Kurdistanê ne ku ev lihevçûn cihê balpêdan û serincê ye.
Herdewêl Kakeyî, ku bi xwe li ser dînê kakeyî/ehlî heqan e, di warê kelepûr û folklora kakeyî û şebekan û Germiyanê de pispor e û heta niha di vê yekê de komek pirtûk û çendîn babet û gotar belav kirine.

*** 


Şevbêr - Çîrok û Serhatiyên Devera Şarya
Berhevkirin: Salih Casim Osman

Ev pirtûk 50 çîrok û serhatiyên kurt yên Devera Şarya di nav xwe de dihebîne ku şêniyên gundên wê tev êzdî û dikeve nav herêma Şingalê.

***

Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Devera Kerkûkê
Berhevkirin: Herdewêl Kakeyî

Ev berhem pitir ji 1000 gotinên pêşiyan yên Kerkûkê û derdora wê  bi xwe ve digire ku li gorî rêzbendiya tîpan hatine danîn. Piraniya gotinên pêşiyan rûberî şêwezarên Maço, Xaneqîn û kurmanciya jêrîn hatine kirin û hevtaya wan bi ravekirinê hatiye danîn.


Bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com
www.khi03.comMalper: 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 01 12 2025

Ji Weşanên Lîs du pirtûkên lêkolînî

news
  • 30 11 2025

Pirtûka ‘Çîroka Zarokên Roj û Agir' derket

news
  • 29 11 2025

Em 'Kurdekî Sade û Xwende' nas bikin

news
  • 25 11 2025

'Edebiyata Kurdî ya Dîasporayê' hat

news
  • 22 11 2025

Ji Weşanên Bêjingê novelek û romaneke nû derketin

news
  • 17 11 2025

Pirtûkek çîrokan 'Welatê Pirpirokan' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Ganz Unten û Kurd

ad

Angelina Jolie ji bo xêrê Kincên xwe difroşe

ad

Bernameya Konferansa Çapemeniya Kurd a KNK'ê diyar bû

ad

Ronaldo rekora golan bi forma neteweyî şikand

ad

Parlamenterê kurd Samî Şoreş jiyana xwe ji dest da

ad

Demîrtaş: Rabin bûyerê nalet bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat

  • 08 12 2025
news

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

  • 08 12 2025
news

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir

  • 08 12 2025
news

2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî

  • 09 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname