Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk 24’ê tirmehê li gundê Zormîxarê ya rojavayê Kobanî topbaran kiriye û encamê de 4 şervanên Artêşa Azad û hinek gundi birîndar bûne. Artêşî îşev (şeva 26'ê tîrmehê) dîsa topbaran kiriye.
Li gor daxuyaniya fermî ya YPG'ê Artêşa Tirk 24'ê mehê saet 04:30'yan de li gundê Zormîxarê yê li rojavayê Kobanî, li beramberî Cerablusê, mewziyên YPG'ê û yên Artêşa Azad bi tangan bombebaran kirin û di vê bombebaranê de 4 şervanên Artêşa Azad û çend gundî birîndar bûne. Daxuyanî dibêje êvara 26'ê mehê saet 22:00’an jî, dîsa li heman gundî çeperên şervanên YPG'ê û Artêşa Azad bi tanqan bombebaran kirin; 7 guleyên tanqê hatin avêtin.
Daxuyanî wisa didome: "Dîsa îşev li rojhilatê Kobanî, li rojavayê Girê Spî, li gundê Til Findirê saet 23:00’an wesayitek me ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye gulebaran kirin. Artêşa Tirk; di şûna ku çeperên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran bike êrîşî çeperên me dike. Ev ne helwestek rast e. Em rêveberiya Tirkiyê hişyar dikin û dibêjin bila li gorî pîvanên navneteweyî tevbigerin. Her wiha em Artêşa Tirk hişyar dikin ku careke din êrişî çeper û yekîneyên me nekin.”