Omer Dilsoz
Siyaseta navçeya Rojhilata Navîn bi tevayî di faqa kurdî de asê bûye. Kurd, bi vî halê heyî aktorên herî diyarker ên vê kiÅŸikê ne; heman demê, kurd mexdûrên herî mezin ên vî ÅŸerî ne jî.
Bi taybetî piÅŸtî rizgarkirina Girê Spî êdî rengê vî ÅŸerî guhert, destê DAÎÅžê hate birîn: Kanî û serçaviyên wê yên lojîstîk hatin binbirkirin. Standina Girê Spî, ji her kesê bêhtir dewleta Tirk zivir kir û wek pisîka pê li dûvî bûyî bû qajewaja wê: Çimkî silkên wê spî bûn û her kesê dît ku ew û DAÎÅž wek ‘xal û xarza’ ne.
A rastîn, di vî ÅŸerê giran de, xuya nîn e destê kê di berîka kê de ye: Hêzên desthilatdar ên cîhanê vê lîstikê bi dualî dilîzin û piyekî çep lêdidin û piyê din rast vedigerin. Heman hêz li eniyekî bi vî alî re, li eniya dîtir bi aliyê dîtir re ye û di bin ve jî ji bo firotina çekên xwe bazarek nepen jî bi hêzên dîtir re dimeÅŸînin: Yanî herkes li her derê û tu kes li tu derê nîn e.
A rastî hemû hêzên gewre ji aliyekî ve dixwazin ev ÅŸer hebe, lê heman demê jî, dixwazin ev ÅŸer di bin kontrola wan de be: Gur ji mijê hez dike û nanê desthilatdaran jî kaos û alozî ye, ji bo parastin û berdewamkirina sultaya xwe ew hander û palpiÅŸtên aloziyê ne.
Ji ber hindê jî, aliyek DAÎÅžê Qeter û Siûdî siya Amerîka-Ewropayê li ser heye; aliyek Tirk; aliyek rejîma Sûrî Rûsya û Îran, aliyê herî bêguneh di vî ÅŸerî de kurd in. Çimkî hem li BaÅŸûr hem jî li Rojava gur û qîra ÅŸerî li ber derê kurdan e, heta li ser serûguhên wan e. Cîhanê tevekê aniye serê xwe li nav mala me kurdan dikin.
Her alî, ji bo vî ÅŸerî, li gorî xwe ajandayên xwe yên nepenî hene. Bo nimûne; ajandaya ÅŸerê kurd û DAÎÅžê ya Amerîka û ya Tirkiye û Îranê ji hev cuda ye. Amerîka, ev serê sedeyek e dixwaze Projeya xwe ya Rojhilata Navîn Mezin dabîn bike, ji bo vî karî paleyê ewil Tirkiye neqand: Tirkiye rabû, ev “lutfa” DYAyê ji bo “mebesta xwe ya panturkîzm û Osmanîzmê biÅŸaft û xwest guherînên li welatên Rojhilata Navîn têne kirin, bi hevsarê xwe rê bide berê, piÅŸtî demekê Amerîkayê nihêrt kaosek peyda bû, aliyekî Tirkiy dixwaze Osmanîzmê dîsa ÅŸîn bike, li aliyê dîtir Îran dixwaze farisîzmê belav bike. Ji bo rêgirtina li van projeyan, hevpeymanê herî baÅŸ Kurd man.
Amerîkayê, ji bo pêkanîna projeya xwe vê gavê ji herdu aliyên din bêhtir xwe nêzî kurdan dike. Avabûneke kurdî rê li Turanîzma tirkan û Farisîzma Îranê digire. Lê DYA û kurd çiqas dê bikaribin bi hev re bimeÅŸin?
Ez bim, kurd dê vî bayê ketiye aliyê xwe, baÅŸ bi kar bînin. Îro, ba li bêndera me tê: bedelên vî ÅŸerî em didin, xwîna me dirije û gund û bajarên me kavil dibin. Yê li ser welatê xwe dibe penaber û bi der û kolanan dikeve jî her em kurd in. Åžukir îro li du parçeyên Kurdistanê artêÅŸeke me ava dibe: PêÅŸmerge, YPG/YJP divê demildest bo ArtêÅŸeke Kurdistanê ya HevbeÅŸ xwe bigihînin milê hevdu. Dîplomasîyê baÅŸ bikin, ligel DYA û Ewropayê têkiliyan xweÅŸtir bikin; heman wext, bi Rûsya û Çînê re jî dîplomasiyek geÅŸtir û bikartêkertir bo me kurdan divê.
Nêrîna herî rast: Di vî ÅŸerî de tu kes dost, tu kes dijmin nîn e; berjewendiya kurd û Kurdistanê bi ser çi be, divê em wan dagerînin derfetan û jê sûdê wergirin. Birêxistinî, bi rêxistinî û dîsa birêxistinî… Pêla ruhê Kobanî li Bakur bendên rejîma faÅŸîst a kemalîst hilweÅŸandin, heman ruhî, Girê Spî ji qirêja rihdirêjan paqij kir. Niha gef û gurên Tirkan jî dê bi heman ruhî bêne sernigomkirin.
Roj, roja kurdan e. Ey dîrok, çavê xwe veke vaye roja Kurdistanê hiltê!
omerdilsoz@yahoo.com
Ji Yuksekovahaberê hatiye girtin