Diyarname
Kovareke zarokan a bi kurdî bû diyariya zarokên kurd ên li Amedê. Dergûş li ber destê zarokan e.
Dergûş kovareke zarokan e. Şaredariya Yenîşehîrê bi hevkariya Weşanên Do derxist û kovar wekî diyariya cejnê li zarokan hate belavkirin.
Di kovara zarokan a kurdî ku Sîdar Jîr edîtoriya wê kiriye de çîrok, helbest, karîkatur, mamik, wêneyên ji bo boyaxkirinê, xaçepirs, labîrent û tiştên wisa ji bo hînkirina zarokan hene.
Cîgirê Şaredarê Yenîşehîra Amedê Şefik Turk li Mala Çand û Perwerdehiya Ciwanan a Mehmet Işik a li Ben û Senê bi zarokan re hat cem hev û kovar li wan belav kir.
Turk da zanîn ku kovar diyariyeke ji bo zarokan û got: "Di van rojên bêhnvedanê de em dixwazin hûn kovarê bixwînin. Em dixwazin hemû zarokên me bi zimanê dayika xwe binivîsin, bixwînin û bifikirin."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.