Diyarname
Ji bo qeydkirina navê xwe du rojên we hene. Kesên ku navên wan di lîsteyê de nîn be dê nikaribin dengê xwe bidin.
Li Tirkiyeyê serjimariya li gor navnîşanê pêk hat. Dema memûrên dewletê li malan geriyan û gel jimardin ên ku ne li malên xwe bûn, yan wê demê memûrên dewletê neçûne ew nejimardine û navên wan qeyd nekirine navên wan kesan di lîsteya dengdayîna hilbijartinê de nîn e.
Kesên ku di wê demê de nehatine qeydkirin di lîstiyên ku niha li muxtariyan daliqandîne de jî navên wan nîn e. Ji bo ku mirov bikaribe di hilbijartina adara 2009'an de dengê xwe bikar bîne divê mirov here xwe qeyd bike. Lîste îro û sibê (heta 5'ê mehê) li muxtariyan daliqandî ne. Yên ku navên wan di lîsteyê de nîn be û neçin xwe qeyd nekin dê nikaribin dengê xwe bikar bînin. Yên ku hatine nivîsandin jÎ divê herin navên xwe qontrol bikin.
Ji bo girîngiya vê hilbijartinê ya ji bo kurdan divê kurd herin navên xwe qeyd bikin.