Diyarname
Maça fînalê, maça Lîga Şampiyonan a UEFA'yê li Stada Olimpiyatê ya Berlîna ALmanyayê li dar ket. Di maçê de Barselonayê Juventus bi 3-1 têk bir û kûpa bir mala xwe.
Maça ku hakêmiya wê Cuneyt Çakir kir de Barselonayê di deqîqeya 4'an de gola xwe ya yekemîn avêt. Ji Barçayê Ivan Rakitic got avêt û nîveka yekemîn bi 1-0 bi dawî bû. Di destpêka nîveka duyemîn de Juventus hat ser xwe, çiv da xwe, di deqîqeya 55'an de ji lingê Morata gol bi dest xist, bû 1-1 lê fêde nekir. Di deqîqeya 68'an de li ser navê Katalanan Luis Suarez gol avêt: 2-1. 90 deqîqe wisa temam bû. Di deqîqeyên zêdek de, di deqîqe 90+7 de Neymar got temam e û gola dawî ya maçê, ya vê serdemê avêt.
Bi vê encamê Barselonayê kûpa bir mala xwe.
Hin not
- Iniesta wekî lîstikvanê herî serketî yê maçê hat hilbijartin û wî jî xelata xwe girt.
- Xavi ku ev 17 sal in formaya Barselonayê li xwe dike, di deh deqîqeyên dawî de ket lîstikê û cara dawî formaya Barselonayê li xwe kir. Kaptan Xavi sala bê dê here Katarê.
- Barselonayê îsal (2014-15) ligel Şampiyoniya La Lîga û Kûpaya Qral a Spanyayê bû sêyemîn kûpayê dibe mala xwe.
- Bi vê re bû 5 caran Barselona vê Kûpaya Lîga Şampiyonan dibe mala xwe. Heta niha herî zêde Real Madrîdî (10 car) ev kûpa bi dest xistiye. Dûre Milan (7 caran) tê û di rêza sêyemîn de jî Bayer Munih, Barselona û Liverpol (hemûyan 5 caran) hene ku herî zêde ev kûpa girtine.
Kunye:
JUVENTUS: 1 - BARCELONA: 3
Stad: Berlîn Olîmpiyat (Almanya)
Hakêm: Cuneyt Çakir, Bahattin Duran, Tarik Ongun (Tirkiye)
Juventus: Buffon, Lichtsteiner, Bonucci, Barzagli, Evra, Marchisio, Pirlo, Pogba, Vidal, Tevez, Morata
Teknik Direktör: Massimiliano Allegri
Barcelona: Ter Stegen, Alves, Pique, Mascherano, Alba, Rakitic, Busquets, Iniesta, Messi, Suarez, Neymar
Teknik Direktör: Luis Enrique
Gol: Dq. 55 Alvaro Morata (Juventus); Dq. 4 Ivan Rakitic, Dq. 68 Luis Suarez, Dq. 90+7 Neymar (Barcelona)