Diyarname
Mîtînga Stenbolê ya HDP'ê mohra xwe li hemû mîtîngên heta niha lidar ketine da û hejmar derxist lûtkeya bilind.
Îro li Kazliçeşmeya Zeytînbûrnûya Stenbolê mîtînga HDP'ê hebû. Ji her derê gel herikî qadê û qad dagir kirin. Vane hin notên me yên ji mîtîngê:
Rekora Guinnessê
- Di mîtîngê de ji her derdorî kes, ji her temenî mirov hebûn. Yên dibêjin bi sedhezaran kes, yên dibêjin bi ser mîlyonekî re jî kes hebûn hene. Lê hey qad hemû tije bû, de hejmar hema bila her kes li gor xwe bibêje. Mîtîng bi axaftina Hevserokên HDP'ya Stenbolê Cesîm Soylu û Ayşe Erdem dest pê kir.
- Heta niha di Newrozên salên dawî de kurdan ew qas gel kom kiribû lê HDP û partiyên li ser vê kevneşopî di mîtîngên Stenbolê de heta niha nekarîne ew qas girseyê binîn ba hev. Ev yek rekorek nû bû ji bo mîtîngên HDP'ê yên Stenbolê.
- Demekê pêşkêşvanan got hemû alan daxin û ji bo deqeyekê tiliyên xwe yên serketinê bilind bikin. Wisa kirin. Dema berendamê HDP'ê yê Entabê Celal Dogan derket ser dikê bal kişand ser vê û got: "Ev tiliyên bilind bû bi vî halê xwe rekorek bûn ku dikarin bikevin pirtûka rekoran Guinnesê."
- Qad ew qas mezin bû, gel ew qas pir bû ligel ku teknîkek serketî hebû jî dengê axifgeran nedigiha dawiya qadê.
Al
- Her cure al hebûn. Ligel alên HDP'ê, alên partiyan, derdoran hebûn. Ala Tirkiyeyê jî hebû, ala rêveberiya başûrê Kurdistanê jî hebû. Ligel ku ERNK êdî tune jî ala ERNK'ê jî, ya KCK, ala rojavayê Kurdistanê û ala YPG'ê jî hebû.
Tîşort
- Ciwanan gelek tîşortên cur bi cur li xwe kiribûn. Hinan wêneyê Selahattin Demirtaş lê kiribû û li xwe kiribûn, li ser hinan nivîsa 'Kurdistan' nivîsî bû; hinan tîşortên li ser nivîsa 'Bijî berxwedana Kobanî' li ser li xwe kiribûn. Du kes hebû du tîşortên sipî li wan, aliyê pêş logoya HDP'ê, aliyê paş ala Tirkiyeyê... Her wiha ciwanên tîşortên Galatasaray Spor lê jî hebûn.
Dovîz û pankart
- Dovîz û pankartên balkêş jî hebû. Yên digotin 'Wan pereyên me, te dilê me dizî Selo', yên wêneyê Demîrtaş li afîşa Robin Hood dabûn û ew şibandibûn wî, yên nivîsandibûn 'Dê Kîbar Feyzo Maho Axayî têk bibe', 'Ne diktatör ne paşa ver oyunu Demirtaş'a (Ne dîktator ne paşa, rêya xwe bide Demîrtaş)', 'Hêviyên xwe ji pisîkan bibire, me hemû kirine muşahît'...
Çepik ji bo berendaman
- Gelek berendam derketin ser dikê û bi kurtahî be jî axivîn. Ji berendaman hemûyan du kesan herî zêde çepik girtin: Yek jê Pervin Buldan bû, ev yek jî xwe nîşan dida ku Buldan êdî li nav gel cihê xwe xurt kiriye û qedrê dibîne, yek jê jî Altan Tan bû ku bi peyvên îslamî rexne li hikumetê kir.
- Wekî her gav diruşmên 'Bijî Serok Apo' hebûn, fotoyên Ocalan jî.
Xwarin
- Wekî di her mîtîngên li Kazliçeşmeyê de di vê mîtîngê de jî gelek cure xwarin dihat firotin wekî kofte, masî û tiştên wisa. Lê vê carê savar (birinc) gelek bal kişand. Ji ber ku ji her mîtîngê cudatir gelek erebok hebûn ku li ser biring difrotin. Kofte ku divê li ser komir çêbibe, ji ber pêre nedigihand li ser agirê hê gur e dihat çêkirin û difrotin. Êdî tehma wê çawabû em nizanin!
- Di her mîtîngê de li ser erebeya xiyar diqeşartin û difrotin lê vê carê sêv jî li vê hatibû zêdekirin. Sêvên ku sêvfiroşan bi makîneyek hem diqeşartin û pêre jî dikirin parçeyên giroverên dirêj, balkêş bûn.
- Firîk û 'mûza Wanê' jî eleqeyek mezin didît.
- Li kêleka sûran bostan hene û tiştan li wir diçinin û li ser rê difroşin. Wisa diyar bû vê carê ji her carê zêdetir wan tiştên xwe (firintî, marol û hwd) firotin.
'Were em Quranê bikin hekem'
- Gotina Altan Tan a wekî 'Li her mîtîngê tu Quranê bilind dikî. Wê çaxê were em Quranê bikin hekem, ka perwerdehiya bi zimanê kurdî helal e yan heram e? Li saziyên dewletê bi awayekî fermî bikaranîna kurdî helal e yan heram e?' bal kişand.
Demîrtaş: Erdhej çêbû!
Demîrtaş her xwedî li heman performansê bû. Careke din notên balkêş pêşkêş kir. Vaye ji axaftina wî çend not:
- Bila bi hemû rengên xwe hemû Tirkiyeye bibe wekî Kazliçeşmeya niha.
- Birînên me hene, gere em bibin derma ji bo van birînên xwe, ew derman HDP bi xwe ye.
- Berê digotin 'Ger ji we tê wekî partî bikevin hilbijartin' niha em wekî partî dikevin hilbijartin vê carê dibêjin 'aqilek jortir van bi rê ve dibe' Belê li cem me aqilek heye, lê ew aqilê şirîk ê bi hev re ye.
- Dayikên Şemiyê ev 20 sal in rûdinin. Em 7'ê pûşperê aştiyek diyarî van dayikan bikin.
- Parlemena ku HDP têde nîn be ew parlemen ne rengîn e, reş e, tarî ye.
- Kenan Evren çû, hûn amade ne ku em Zagona Bingehîn a wî li dû wî bişînin? Li derveyî Tirkiyeyê rojek tenê maye, herin dengê xwe bidin bila bendava Kenan Evren û Tayyip Erdogan têk here.
- Ez bûm mebûsê Amedê, mebûsê Culemêrgê, înşella wê Xwedê bike nesîp ezê vê carê bibim mebûsê Stenbolê.
- Ez banga seferberiyê ji bo partiyiyên me dikim, hefteyekê rûnenên, ranezên bixebitin.
- Resatxaneya Kandîlê alarmek şaş daye gotiye li Kazliçeşmeyê erdhej çêbûye; ev ne erdhej hejandina we ye ku we Kazliçeşme hejandiye.