• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Keferata min û ez

Dîrok : 02 12 2008 | Beþ :

Serbest

 

Kamran Simo Hedilî

1
Beden û laþên westiyayî yên giyandar, yanî zindiyên xwedî giyan hemû di xewên bê pencere de bûn. Wekî daristanan bêpêjn bûn derya û çemên ku bi harî diherikîn. Stêran riya gera xwe birîndar kiribûn. Corecorên refên firindên li ser çiqilên darên guhîjên bi stirî li qeraxên bax û deryayan li ser lîsên xewê bûn. Masiyên di gelî û newalên avherik de, yên di golên sekinî de dijîn, mirovên janên xwe dihedinandin, yên dilxweþiya dil bi hev þa dikirin, yên mandûbûna xwe belav dikirin, hemû di çêja bêdengiya xewê de bûn. Bazên ku jiyana wan, xwe sipartî berqefa zinar û latan jî, þîrîniya xewa jiyanê dijîn. Bi tenê ez bêhêvî bûm. Ne hestên þîrîn hebûn di dilê min de, ne jî di þevê de aramî û nermî hebû. Êþekê hê ji min xatir nexwestî êþeke din cihê êþa pêþî digirt. Hezkirina bêdilovan dil dihejand û ez dixistim. Pêlên tolhildanê û tîrêjên aso li hev diketin. Di cih de sekinîm û min deng li xwe kir. “Ev çi ye ez dikim? Ne pêwîst e ez xwe bikimepêkenokê tirsonekan.” 
Lê her ku tarî, tarîtir dibû gûmên û xumêna dengan jî nêzîk dibûn. Pêþî çavên sipspî hatine dîtin. Piþt re çavên ji xwînê sipsor pir dibûn. Di çavên spîsor de dengên þevþevok û gumgumokan bilind dibûn. Min nedizanî dengê mirovan e, an yê cinan e. Carnan deng dibûn dengên dêwan. Her ku deng nêzîk dibûn, guhên min ew nas dikirin. Ew awazên tirsandinê min gelek caran bihîstî bûn. Dubarekirineke naqaratek kevin bû. “Alahhhuekber, Alahhhuekber, Alahhhuekber...” Dengan êrîþê min dikir. Mirovên dest bi þûr ber bi min ve dihatin. Bi Alahuekberan re kulmên wan bilindî asîman dibûn û dihatin. Di reþtariyê de alên wan ên reþ ber ba dibûn. Dengê zengilê dêran perda guhên xwedawendan li Hurmuzgehan diqetand. Hemû bedena min ji tirsa dilerizî. Qelabalix bi gavên giran nêzîk dibû. Berê hemû awiran li min bûn. Sembola çarmixkirina Mesîh xaç di destên wan de û bi ser min ve diqîriyan. Ji berdêla qeyserê Romanî û Hehemên ku Mesîh çarmix kirin, ez tawanbar didîtim. Xwediyên Alahuekberan jî, ez tawanbarê Kerbelayê didîtim. Bêhna þewata kulîlkan û kizrandina baskên pirpirîkan dihate min. Nalîn ji stêrên çav þil dihat.

2
Di nav reþtariya çavên spîsor û dengên tevlihev de, çav û dengên nas jî, maske didan ber rûyê xwe. Bi dîtina wan rûdenên reþkirî yên xwediyên dengên nas ji tirsa dilê min dixwest ji qefesa sînga min der bikevê û bifire. Min dixwest ji ber bahoza dengan birevim û çav min negirin. Lê ez ne direvîm. Hemû bi devekî diqîrîn û bi destekî zengil dihejandin. “Alahhhhuekber, Alahhhuekber Alahhhuekber... Zinnng, zinnng, zinnng.” Li ber van dengan ez ketime erd. Min ji xwe bi xwe re digot, “êdî tu kes û tu tiþ nikarin min rizgar bikin.” Min serê xwe kiribû nav destên xwe û min wisa diparast. Li benda kevirekî rejimkirinê, an jî pehîneka lînckirinê bûm. Min laþê xwe nediparast, bi tenê ji serê xwe ditirsiyam. Ev lavekirina Hatiyan (Hîtîtiyan) ya ku berî Zayîna Îsa bi du hazar salî li ser dîwar hatibû nivîsandin, min ji xwe bi xwe re dubare dikir. “Xwedayê min, bi hadinandina aqilê min, dilê min aram bike. Bi nîþandana bêdawiya demê leza vê telaþa min hevkêþ bike. Di nav tevliheviya rojê de bêdengiya girên heta dawiyê dijîn bide min. Þidandina di masûlk û rayên min de, bi awazên avên ku di hiþê min de dijîn biþo û bibe. Bibe alîkarê bihîstina hêza efsûniya xewê. Min fêrî hunera jiyana zewqên kêlîkî bike. Ji bo li kulîlkekê binêrim min fêrî hêdîçûnê, ji bo se yan jî pisîkekê xweþik miz bidim min fêrî rawestandinê, ji pirtûkeke xweþik çend rêz xwendinê, masîgirtinê û çûna nav xeyalan fêr bike. Her roj ji min re çîroka kûsî û keviroþkê bêje. Bêje û bîne bîra min da zanibim ku timî yên ku zûtir direve pêþbirkê naqedîne û di jiyanê de gelek tiþtên pir girîngtir ji lezgîniyê hene. Alîkariya min bike ku ez ji þaxên dara berûyê ya bi heybet li jorê binêrim. Ez binêrim û bibînim ku, mezinbûn û bihêzbûna wê, girêdayî hêdî û baþ mezinbûna wê ye.
Û Xwedayê min ji hemûyan girîngtir jî, ji bo guhertina tiþtên ez wan biguherim wêrekiyê, ji bo pejirandina tiþtên ez nikarin wan biguherim sebrê, ji bo ferqa di navbera wan de zanibim aqil û dostên min ji koriya evînê û ji derewan biparêzin bide min…”
 Min her ev dua dubare dikir ji bo êrîþa dengan rawestê. Lê dengên nas û nenas bi hev re êrîþî min dikirin. Dengê girî û nalînên jin û zarokên ji ber leþkerên qralê zalim Sagonê Aþurî direvîn dihate min. Qajîna þîrmijên ku li ser singoyên nijadperestên tirk, giyan didan perdên gihên min qol dikirin. Mêrxasî û janê, lehengî û evînê, dilovanî û nefretê, daxwaza tolhildanê û lê borînê bi hev re ez hembêz dikirim.

3
Li nav vê keferata bêdawî bi tena serê xwe min li berxwe dida. Barana reþtarî ji çavên þevê dibarî. Ez ji dara kesatiya xwe dihatime guhartin. Ez dibûm Diyako. Dibûm Umer Xeyam. Ez dibûm hevalê Vîrgîlîus. Dibûm mîratgirê dewlamendê Hindistanî Buda. Carnan jî dibûm lehengeke ji romana Dostoyevîskê ya ku vê gavê navê wê nayê bîra min. Di hemû demdirêjiyê de, ez dibûm Selahadîn Eyûbî.
Ez di sergêjiya dengan de sermest dimeþîm. Deng ji kûrahiya nava min, hate min. “Ez ez ez ne Diyako im, ne Xeyam im, ne lehengê romana Dostoyevîskê û ne jî Selahadîn im. Ez ne tu kes im. Tu çi kesî? An tu jî ne tu kesî? Ji min re bêje! Nebêje dê werê beyan kirin ez newêrim bêjim. Ax tu çi dike? Qet di dilê tirsandî de erdem dibe? Qet di kendalê tirsonekiyê de wêrekî haveyn digire? Qet di nav hariya egoyîzim de dostanî dibe? Ne tirse! Ne tirse! Pêþî jiyan çêbû û piþt re mirin. Lê jiyan nûtire ji mirinê. Ev çîroka dîroka me ya mezin e. Cihê ku dil ji tirsê diçilmise, hêviya wêrekiyê tê serdanê û dil dibe gula nû piþkivî.’’ Li ber dengvedana van dengan, ez wisa zû bi paþ ve hatim û min xwe dît.
Roj ji rûdêna asîman, ber bi zemînê ve nizim bûbû. Giravên ewran yên weke çiyanên bê dar bozespî li ber rojê diþemitîn. Gindirbûna pêlên sorrengên zêrîn, rengê qaweyî yên zeviyan di bin min de dihatine dîtin. Zaviyan rengê xweliya xwe vedixwarin. Daristanan keskeþîniya henasê dikiþandin nav cigerên xwe. Rûbaran roniya þîn li derdorên xwe direþandin. Lê min ev guhartin didîtin. Ez ne dihatime dîtin. Bê sî dimeþîm, siya min tune bû. Bêyî ku ez hatina xwe bêjim, bêyî ku deng ji piyên min were ez dimeþîm. Ew teqereqa berê nebû. Ew meþa min ya bi heybet çûbû. Cihên ku berê di bin piyên min de dihejiyan weke giyanê mirinê li ser wan bigere tu pêjn ji wan ne dihat. Demhijmêra lêdana dengan sekinî bû.
Cihên ez li wan digeriyam, cihên ku berê kes li wan negeriya bûn. Li wan derên nerm û nazik bi tena serê xwe digeriyam. Þopa piyên min jî li ser wan xuya nedikir. Bi tenê min hîs dikir ku ez digerim. Ne ba ji gera min hartir bû,  ne jî birûsk jê hê zûtir bûn. Min helbesta xwe deranî û di awirên xwe de danî. Helbestên din li ber ba belav kirin û li paþ xwe min derî girt û ji xwe derketim. Kulîlkên nû min li ber xwe dibirin.


4
Min kolmek helbest reþand malzaroka hêviyê. Kolmek helbest jî di rûyê asîman de çand. Min ji lêvan maç dikir, çirûska neheyîniyê. Stêr dirijiyan ser sifra dilê min. Bi þêwekî wisa min ji baweriya mezin hezkiri bû, ez diçûm nav hezkirina man û nemanê. Stêrên di nava min de kolmên xwe dadiweþandin ewran. Min helbest didanî ser birînan.
Ji peyvîna zarokan ya yek hecelî pê ve, peyvîn ji min ne dihat. Rêzkirina peyvan min ne dikarî bikim. Hevok li gorî qanuna rêzkirina rêziman çawa dibin? Çawa hin tiþt têne gotin? Min ne dizanî peyvên xwe rêz bikim û hevokan saz bikim. Ez bi peyvan dileyîstim, êdî leystokên min jî hebûn. Xweþewîstên peyvan, helbestên min hebûn. Ez carna bav bûm, carna dayîk bûm zarokên min helbest bûn. Ez ji wan fêrî bê qanuniya rêzimanê dibûm. Dema piþkovekên peyvên min çermê xwe diqetandin, kulîlkên di guldankan de çelmisî jî piþkovên xwe vedikirin. Dil di mista destên min de dibû stêr. Tawanê nezanîna hevoksaziyê li asîmanê nezanan dibû pêkenokî. Di rêza tawanbaran de navê min dihate nivîsand. Min guh nedida wan û diqêriyam. Bi qêrînan min dixwest xwe bibîr bînim. Sîbera þevê li ber qêrînên min bi xew ve diçû. Ez dibûm dayîka xwe û min dilê xwe dikire rêzanê xwe. Li parçê dilê xwe yê min windakirî digerîyam. Ez dihatim pêþberî zarokiya xwe û jana ezmûnan dipeyîvî. Hevokên hezkirinê ji zimanê min bê qanuna rêzimanê koç dikirin.                                                                    
Bîranînan, cihê xwe di rêzikên helbestên ku hê nehatine nivîsandin de digirtin. Ez bi devoka welatê dagîrkirî dipeyîvîm. Dagîrker û þûrkêþên xwedî pênûs bi min dikenîn. Lê ez di eynî demê de li cihên roniya heyvê bi bayê xwe ronî kirî digeriyam. Pêþî min dixwest xwe naskim û piþt re li serpêhatiya xwe guhdar bikim. Lê min weke pezkoviyên ku xwe ji zinarekî tavêjin zinarekî din. Bêyî ku ez rawestim li serxweþiya rê digeriyam. Li cihekî demeke dirêj ez ne dimam. Bi taybet ez ne li cem mêrekî û ne jî li cem jinekê nedisekinîm. Min nizanîbû ez jin im, an jî mêr im. Min jin û mêraniya xwe ji bîr kiribû. Min ne weke xelkê ji xwedayê xwe, hêviya xwe naskirina xwe dikir. Min ji xwedayê ku ez yê wî dixwest û pirsa xwe naskirinê jê dikir. Yanî ne xwedayê min bû, ez yê xwedê bû.

5
Siya min dibû siya xwedawenda siyê Ploto û tirsa xwe na naskirinê tanî bîra min. Min nedikarî xwe bibîr bînim. Min þal û þapikên xwe dertanîn û tavêtin. Ez dibûm Pîsîrîs ê qral Hatî yên ku navê wan kirin Hîtîtî. Qralê ku ji tirsa talankirina Aþuriyan xazîna xwe heta heta di bin axê de veþartî. Pîsîrîs ê ku serê wî li ber lingê qralê zalim Sargon gindir dibû. Qral bêxwedî û xwedan, bê alîgir. Pîsîrîs ê Hatî û Astiyagê Madî bûm. Ez qralên ku împertoriya bapîrên wan ji wan hatî sitandin bûm. Êdî min nê ji xwedayê bahozê Teþup, ne jî ji jina wî xwedawenda rojê Hepat û ne jî ji dayîka xwedawendên welatê Hatîyan, Kupaba bawer dikir. Min ne ji Ahûramazda û ne jî ji Ehrîman bawer dikir ku karibin min bibîra min bînin. Min nizanîbû êþên xwe deyînime kîjan piyalê. Di rayên kîjan çiyayî de bi cihê bikim. Di kîjan kevirî de veþêrim. Di nav kîjan axê de binax bikim. Min nizanî bû piþtî ewqas girî û gazinên min, rê û rêwîtî, berjor û serjêrî, çima? Hê jî ji daxwazan ji riyan ji dilovaniyan ji hêviyan ji têkçûn û serkeftinan ji hezkirin û bêrîkiran dipeyîvîm. Ji hêzê ketibûm lê hê jî dipeyîvîm.
Rayên çiyan birîndar bûbûn. Çavên çeman birîndar bûbûn. Strana hesretê ya bûka li xerîbiyê ‘’oyî oyî li min xerîbê, bê þens û nesîbê’’ birîndar bûbû.
Min zanîbû ku dem mij û berf e. Lê min nizanîbû ku mij û berf bi qasî havîn û biharê ne. Bi rojhilat re, Bilbil bêdeng kiribûn. Min nizanîbû nebêdengiya bilbilên di nav min de ji ber vê sedemê ye. Tîrêjên xweragirtinê, þev ji keçikanî dixist û ez dibûm zava. Min serê govenda jîn û mirina xwe dikiþand.
Guhdarkirina stranên gel li xweþa min dihatin. Stranên xweragirtin û hêviyê li xweþa min dihatin. Helbest ji nav wan peyvên ku min nas dikirin dipalîn. Dengê Mayakovsî dihate min. “Xeyal tawana mezin e, xeyalkirin nepêwîst e.” Lê xeyalên min ji min û ji çexan lêborîna xwe dixwestin. Di nav xeyalên rojhilat de, di paþila min de bi xapandina xwe re ez pîr dikirim. Bi kurtepista jiyanê di zarokiya xwe de dima ciwanî. Bêyî ku xwe bispêrim aqil, di nav berdawamiyê rê de min cihên cûda û kirinên cûda yeko yeko bi bîra xwe tanîn, da ku xwe nas bikim. Di êþa xwe windakirinê de kulîlkan piþkova xwe diweþandin. Min bi guvaþtina lêvan taca kulîlkên hatina ser hiþê xwe dihunand.
 
6
Di kûrahiya kaniya giyanê min de evîna rastî, zaroka azadiyê bû. Hunermenda zewqê, roniya riya xwe nasiyê bû. Di nav hemû leyîstikan de bi tenê evînê aramî nedida giyan min. Di vê leyîstikê de beden leyîstikvana jankêþbû. Ez ji evîndarên ku îro tovê wan bidawî hatiya bû.
Ji asîmanê tarî barana reþtarî dibarî. Bi wê barana reþ re, ez ne weke çirayeke bêxwedî di koþekê de digiriyam. Ne jî bê sedem, min ji hêviya xwe bawer kiribû. Min li baranê guhdar dikir. Lê ne digiriyam û ne jî dilê min dibû dilê sêwiyan. Li axa êþê, li zeviyên janê çavên asîman digirîn. Di çemê xwînê de av diherikî û derya xwenasiyê dûr bû. Kemîna bêbextan xwe li piþt rojê veþartibû. Zûrînên çêlîkên dêlegur çavbirçî, ber bi kuþtina hezkirina hêviyê ve dihatin. Di xwe windakirina min de, bêdengî giriyê dayîka zarokên xwe winda kirî bû. Li welatê tirsandî, li ber birûskên tofanê gul û kulîlkên beyarên hiþk vedidan. Min nizanî bû þirova bêhiþiya xwe ji derdorên xwe re bêjim. Û min nizanîbû hemû tiþtên ku min didîtin jî bêjim. Li laliya xwe, min xwe ne didît. Cîhan jî di bêdengiya min de ker bû. Ez ji gotina rewþa xwe û mirov jî ji guhdarkirinê bêzarbûn. Carna mirov dixwazê bimire lê naxwaze bifetisê, wisa li min hatibû.
Þadiyên nîve nîv, peyvên nîv mayî li ser hev kom dibûn. Peyvan xwe ji peyvekê diqavestina peyveke din. Weke çûkê bask þikestî weke êþa xeyala ku di dil de þaxvedayî. Weke þopên xencera di dîroka kurdan ya nîv mayî de, þev li min geriyabû. Min dixwest bi roniya berxwedanê weke birûskê xwe daweþênim nav çavên þevê. Min ji bo xoþewîstiya baweriya mezin her tiþtên xwe didan ser masê. Biqasî di riya wê de tirsa mirinê bikujim, min ji wê hez dikir. Di her mirinê de dilê min ji nû ve diza û ew tanî. Mirin dibû kulîlkeka ku ji nû ve baskên bêmirinê veke.
Bêyî ku dengê min were bihîstin, min gazî derdoran dikir. “Min bi jiyana min bidin darizandin. Bi dilê min, bi hesreta min, bi dîroka min, min bidin darizandin. Min bi stranên evînê, bi helbestên ku dengê min di wan de deng vedidan, bi çiyayên ku ez li wan geriyame, min bidin darizandin.

25.11.2008

kamransimo@hotmail.com

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

02 05 2022

Ji deftereke min çend tiþtonek

Ji deftereke min çend tiþtonek

01 05 2022

Aþa êþên jinan

Aþa êþên jinan

27 04 2022

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

22 04 2022

Ev jî hene

Wezîrê Komara Dînan Þermolayê wefat kir

Wezîrê Komara Dînan Þermolayê wefat kir

25 07 2011

Þiîra Hezê ya Arjen Arî: Xweteslîmnekirin û Berxwedana Li Dijî Bêhezîyê

Þiîra Hezê ya Arjen Arî: Xweteslîmnekirin û Berxwedana Li Dijî Bêhezîyê

02 10 2019

Ka ew 115 nivîskar li ku ne?

Ka ew 115 nivîskar li ku ne?

31 05 2014

Devoka Mereþê û fedîkirina ji devokan

Devoka Mereþê û fedîkirina ji devokan

06 02 2013

Bo weþanxana Avesta û karmendên wê

Bo weþanxana Avesta û karmendên wê

03 04 2008

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname