Stenbol
Ji bo mîtîngal li Kazliçeşmeya Stenbolê hat dayîn: 30'ê mehê hemû hezkiriyên HDP'ê yên li Stenbolê dê li Kazliçeşmeyê cihê xwe bigirin.
HDP'ê li Stenbolê, li gelek cihan afîş daliqandibûn ku roja 30'yê mehê saet 16.00'an de dê mîtînga ji bo hilbijartinê li dar bixe. Lê walîtî biryar da ku ji bo mîtîngê destûr nehatiye dayîn. HDP'yî ketin nava tevgerê û dest bi hevdîtinan kirin. Derket holê ku AKP'ê jî ji bo Kazliçeşmeyê serî lê daye. Lijneya Hilbijartinê ya Zeytînbûrnûya Stenbolê ji bo HDP û AKP'ê pişke kişand û di pişkeyê de HDP derket.
Wekî encam HDP'ê 30'ê vê mehê saet 15.00'an de dê mîtînga xwe li Kazliçeşmeya Zeytînbûrnûya Stenbolê li dar bixe.
***
Nûçeya eleqedar: