logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
  2. Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz
  3. Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin
  4. 'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da
  5. Li Rojava bernameya Newrozê: Li 7 bajaran di heman demê de wê bê pîrozkirin
news-details

Heyeta Îmraliyê: Em hişyariya dawî li hikumetê dikin

Heyeta Îmraliyê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de daxuyaniyên girîng da û got, "Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, maseyê di rewşa heyî de hikmê xwe winda kiriye. Ji karekî bi cidiyeta muzakereya fermî neyê meşandin, em ê raya giştî û xwe nekin alet."

  • Dîrok: 30/04/2015
  • Beş: Nûçe

STENBOL
Heyeta Îmraliyê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de daxuyaniyên girîng da û got, "Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, maseyê di rewşa heyî de hikmê xwe winda kiriye. Ji karekî bi cidiyeta muzakereya fermî neyê meşandin, em ê raya giştî û xwe nekin alet."

Ji Heyeta Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan, parlamenterê HDP'ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li odeya HDP'ê ya li Meclîsê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de û li ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li dijî çareseriyê derdikeve, daxuyaniyek dan.

Onder diyar kir ku ew civînê di heman demê de li ser navê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tînin. Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:

'MASE HEYE LÊ HIKMÊ XWE WINDA KIRIYE!'

"Bloka desthilatdariyê bûye du parçe, li aliyekî Serokkomar, li aliyê din hikumet. Ev di nava xwe de jî bûne gelek parçe.

Me dixwest ku gava Serokkomar got, 'li holê mase nîn e, pirsgirêka kurd nîn e' Birêz Davûtoglû yan jî Yalçin Akdogan yek ji wan rabe bêje, 'Ev mesele ne bi vî rengî ye, bi mûxatabên xwe re me bi vî rengî li hev nekirin'.

Birêz Serokkomar dibêj 'Mase nîn e, alî nîn in'. Ev qet ne rast e, mase heye, qoltixên wê vala ne. Yanî mase hat avakirin, Ev mase, bi avakirina komîsyona çavdêriyê, berfirehkirina heyeta dewletê û heyeta me ya muzakereyê re, ji bo li ser serenavên mutebeqeta Dolmabahçeyê encamek were bidestxistin, hat avakirin. Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, ev mase niha bêhikm e. 

'YÊN BIRÊZ OCALAN KIR WÊ JI DÎROKÊ RE BIMÎNIN'

Li ser navên çavê 3'yem me li hev kiribû. Rojek du roj berê Serokkomar dibêje ez li dijî vê me, li dijî wê me, me li hev kiribûn. Birêz Serokomar ew qasî bêqîmet kir ku niha ez dixwazim bipirsim; gelo kîjan akademîsyen, rûspî, siyasetmedar wê qebûl bike di vê desteyê de cih bigire. Serokomar ev yek di asta xiyanetê de nirxand.

Em ji hikumetê dixwazin ku bi qasî cidiyeta Birêz Ocalan cidiyetekê nîşan bide. Ocalan lîdereke ku însiyatîfa bingehîn a pêvajoya aştiyê hilgirtiye ser milê xwe, bi pêş xistiye û mesele di bin sîwana demokrasiyê de bi pêş ve biriye. Tiştên ku wî ji bo aştiyê kir wê ji dîrokê re bimînin û bi demê re wê bêhtir ronî û aşkera bibe. Bi windakirina dengan, bi hejîna desthilatdariya xwe re hûn nikarin wî tune bihesibînin, wî bê qîmet nîşan bidin. Ev 12 sal in cihekî teng, li pêşeroja vî welatî difikire.

Pêngava herî mezin a demokratîk li wê maseyê tê avêtin. Eger hûn vê maseyê bêqîmet bikin û hilweşînin wê demê wê maseyeke din bikeve dewrê. Ew mase jî maseya Serokatiya Fermandariya Giştî ye ku nexşeyên herêmê li ser in. Berdêla vê jî ne em, ne siyasetmedar, ne gel ne jî dewlet nikare bide. Berî ku bibe dereng dest ji vê feraseta di oxira hesabên hilbijartinê de tê bikaranîn, berdin.

'DIVÊ STATUYA BIRÊZ OCALAN WERE DIYARKIRIN Û JI BO RAYA GIŞTÎ RE BÊ EŞKEREKIRIN'

Pêwîstî pê heye ku statuya Birêz Ocalan were diyarkirin û ji bo raya giştî bê eşkerekirin. Heta ev nebe, em ê nehêlin ku hûn mîna pêlîstokê bi xoyratî, bi bêberpirsyarî li ser pêşeroja vî gelî bilîzin.

Ez bang li hêzên navneteweyî dikim ku tevlî pêvajoyê bibin.

Daxuyanî li holê ne, dema hûn bêjin 'li holê mase nîn e, pirsgirêka kurd nîn ' û bi vî rengî li vî welatî her tişt dikare reset bibe, ev tê vê wateyê; tu tiştek nehatiye kirin. Eger tiştek hatibûya kirin, hikumeta ku ji aliyê siyasî ve mûxatabê me ye wê derketibûya pêşberî raya giştî û sozên daye, eşkere bikira.

Em dixwazin êdî biçin Îmraliyê û hevdîtinên xwe yên bi Birêz Ocalan re dubare bikin. Em ê bi hezaran carî biçin, lê belê em ê ji karekî bi cidiyeta muzakereya fermî nemeşe re, ne raya giştî ne jî xwe bikin alet.

Ya li hemberî vê ji nû ve şer û pevçûn nîn e, divê ne bi vî rengî be. Ji ber ku vî gelî sîwana demokrasiyê, serenavên Birêz Ocalan destnîşan kir û li Dolmabahçeyê hat ragihandin, pejirand, hembêz kir. Di nava bingeha AK Partiyê de jî li bersiveke muezem rast hat. Naxwazin pêşeroja xwe bikin qurban. Em ê destûrê nedin vê. Encamên hilbijartinan wê ji bo van bibe alîgiriya şer û ji bo hewldanên aştiyê tune dihesibînin jî bibe dilêşî.

'EM HIŞYARIYA XWE YA DAWÎ DIKIN!'

Em hişyariya dawî li hikumetê dikin: Rêya vê ne terikandina aştiyê ye, hîn bêhtir xwedîderketina li aştiyê ye. Em bang li wan dikin ku ji nû ve nirxandineke hêjahî bikin. Em şîretan li wan dikin ku cidiyetê ji dest bernedin."

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

news

Cihê sohbet û hevdîtinê Firata Nûbiharê; Suleyman Çevîk qal dike

news

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 15 03 2026

Li Rojava bernameya Newrozê: Li 7 bajaran di heman demê de wê bê pîrozkirin

news
  • 15 03 2026

Li Çemê Ceqceqê av diherike!

news
  • 15 03 2026

Ji 1920'î heta niha Zagonên Bingehîn ên Sûriyeyê

news
  • 14 03 2026

Heyeta Bakur li Navenda Rêveberiya Xweser e

news
  • 14 03 2026

Di 15 rojan de 6 kurdên naskirî mirin

news
  • 14 03 2026

Cihê sohbet û hevdîtinê Firata Nûbiharê; Suleyman Çevîk qal dike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Vaye navên kesên ketine greva birçîbûnê

ad

Wê Malîkî kengê bibe serokwezîrê Iraqê

ad

Ji ber pirtûka Demîrtaşî ceza li kanalê birîn

ad

Pêşbaziya Helbest û Çîrokan a Kenan Mak dest pê kir

ad

Ji bo pêdiviya dermanên bo Rojava kampanyaya berhevkirina pereyan

ad

Li Misrê ji bo 3 mehan Rewşa Awarte hat ragihandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî

  • 16 03 2026
news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

  • 15 03 2026
news

Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin

  • 15 03 2026
news

'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da

  • 16 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname