Cemil Oguz
Li hemberî bendavê ev çîroka berxwedanekê ye û ji bo bendavên din jî mînakek e.
Belgefîlmê bi navê “Bogulmuş (Noqavbûyî)” ku di çarçoveya “Festîvala Fîlman a ji bo Jiyaneke bê Domandin" de tê hat jiyana malbateke hindî ku li hemberî bendavê têkoşînê didin, nîşan dide.
“Festîvala Fîlman a ji bo Jiyaneke bê Domandin" îsal yekemîn car di navbera 26 - 28'ê mehê de li Navenda Çanda Îtalyan a li Stenbolê lidar ket. Di festîvalê de fîlmên anîmansyonî, kurtefîlm û belgefîlmên balkêş derketin pêşberî temaşevanan.
Di çarçoveya festîvalê de belgefîlmên bi navên “Hêza Gel” ku çîroka çareserkirina qeyrana petrolê ku di salên 90’î de li Kubayê rû dabû, “Pêşeroja xurekan" guhertinên genetîka xurekan nîşan da. Her wiha di nav belgefîlman de “Bê av bûn” a li ser forûma avê, “Choropampa: Berdêla zêran” ku li ser texrîbatên derxistina zêran e û “Noqavbûn” ku çîroka gundekî li Hindistinê ya di bin ava bendavê de ma hatin nîşandayîn.
Têkoşîna li hemberî bendavê
Belgefîlmê bi navê 'Noqavbûn' di sala 2002’an de ji aliyê derhêner Frany Armtrong ve hatiye kişandin. Belgefîlm têkoşîna malbateke hindî ku mala wan di bin ava bendavê de maye nîşan dide. Bi çêkirina bendavê re 3 xal tên pêşberî malbatê: Yek koçkirina bajar, ya duyemîn li herêmeke din bicihbûn û ya sêyemîn jî di binê bendavê de mayîn...
Gelê jalsîndhî ku li Hindistana Navîn dijî, divê bilez biryarekê bide. Bendava mezin a Narmanda dê di nava çend hefteyan de gundan di bin avê de bihêle. Di belgefîlmê de grevên gel, serhildan, têkoşîn û doza wan tê pêşkêşkirin.
Di belgefîlmê de qala têkoşîna gelekî û trajediya malbatên hindî tê kirin. Piştî belgefîlmê Serokê Komeleya Xwezayê Guven Eken û Berpirsê Beşa Heskîfê yê Komeleya Xwezayê Erkut Erturk axivî û li ser tiştên ku divê li hemberî bendavan bêne kirin anîn ziman
Bendav ji bo karê şîrketên mezin têne çêkirin
Di salên 1950’yî de Serokwezîrê Hindistanê Pandît Jawaherlal Nehru diyar kiribû ku çêkirina bendavan xebateke modern e. Her wiha di pirtûkên ku dibistanan de li ser ders dihat dayîn de li ser vê mijarê dihat sekinîn. Serokê Komeleya Xwezayê Eken bal kişand ser vê xala di belgefîlmê “Noqavbûyî” de û wiha got: “Di wê demê de li Tirkiyeyê jî bendav hatin çêkirin. Suleyman Demirel li DYA’yê perwerde dîtibû û DSÎ ava kir û piştre jî bendav çêkirin. Li Şîliyê, Çînê û gelek derên din bendav hatin çêkirin. Ev rewş ji DYA’yê derket holê. Ji bendavan tenê şîrketên mezin pere qezenc dikin. Wekî din tu fêde nade tu kesî.”
Guven Erken ku mijara bendava Ilisuyê ku dê Heskîfê noqav bike jî anî rojevê û wiha berdewam kir: “Divê em li ser bendava Ilisuyê bisekinin. Dixwazin li Tirkiyeyê 1600 bendavan çêkin. Li gotinên wan guhdarî nekin. Mirovan dixapînin. Eleqeya bendavan bi pêdiviya avê an enerjiyê nîn e. Ger bibe jî pêwîstî ji sedî yek e. Bendav ji bo qezenca şîrketên navteweyî û netewî tên çêkirin. Divê em hemû bibin aktîvîstên li hemberî bendavan. Niha di rojêvê de bendava Ilisuyê heye. Eger em rê li ber çêkirina vê bendavê bigirin dê li Tiriyeyê hemû projeyên bendavan biguherin. Bendava Ilisuyê bi piştgiriya dewletên Ewropayê çêdibe”.
Emê ji bo Heskîfê bixebitin
Berpirsiyarê Beşa Heskîfê yê Komeleya Xwezayê Erkut Erturk diyar kir ku bi piştgiriya krediyê ya welatên Ewropayê bendava Ilisûyê tê çêkirin, ev yek cotnêzîktêdayîneke neyînî ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê ye. Erturk wisa got: "Dibêjin 'Em Heskîfê noqav nakin, em bar dikin.' Em li planê dinêrin barkirina berhemên abîdeyî nîn e. Heskîf nayê barkirin. Em ji bo li ser Heskîfê bixebitin me li Heskîfê ofîsa xwe vekir. Emê xebatên xwe bidomînin."
Her wiha Erturk da zanîn ku ji bo rizgarkirina Heskîfê emê di nav akademîsyenan de dest bi kampanyaya îmzeyan bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.