Besam Mistefa
Çand di zimanê kurdî de ji çandiniyê tê, bi wateya tiştê ku di mêjiyan de li dirêjahiya hezarê salan hatiye çandin û bûye kultureke taybet ji gel û miletan re. Her wiha, çand wateyeke xwe ya girêdayî pêşerojê jî heye, ango ew proseyek berdewam e û tê dewlemendkirin, em dikarin bêjin roj bi roj.
Wekî hemû netewe û miletên navçeya me ya Rojhilata Navîn, kurd jî xwedî çandeke taybet û balkêş in. Çand girêdayî jiyanê bi xwe ye. Jiyan jî -dûr ji ramanên nijadperest û li gora gelek belge û dokumentên dîrokî- li ser axa Mezopotamyayê hatiye dest pê kirin. Jiyana mirovan bi rengên xwe yên pêşîn li Mezopotamyayê rûdaye û corên çandinî û xwedîkirina sewal û dewaran bi destê akinciyên wê deverê dest pê bûye û ji wir belavî seranserê cîhanê bûye.
Rojhilat ciyê peyamên pîroz û olên asmanî û muzîka pêşîn û çand û hunerê ye. Ji demên kevin de hunerên cuda-cuda û çand û kulturên ruhanî li rojhilatê destpêkiriye. Çand û hunerên li devera nav bera her du çeman –Dîcle û Firat- ji demên kevin de bi nav û deng bûne û heta niha jî li Rojavayê bi coş û lezeteke pir mezin têne şopandin û mêzandinê. Em ne şaş in dema ku em bêjin axa di navbera her du çeman de bûye wekî kaniya çand û hunerên rengereng.
Li heman deverê, ji berê ve ev ax bûye hembêzkera çanda olî, îlahiyat û îlm û îrfanê. Ol, ayîn li rojhilatê hatine zayîn. Bi hezaran alim û xwedî terîqet û mezheban li vir çêbûne û heta niha hê jî rê û rêçikên wan berdewam in û ji aliyê gelek kesan ve têne şopandin. Eger li rojava teknolojî pêşkeftî ye, lê belê tiştê girîngtir, ango can, giyanê mirovan ava jiyana xwe ji rojhilat digirin.
Di cîhanê de, çi ziman, çand û kultur û edebiyat hebe li ser axa xwe şîn dibe û bi koka xwe ve tê girêdan. Çandeke bê ax û dûrî axa xwe nikare bipişkive, nikare şîn bibe û bi pêş bikeve. Me got çand ji çandiniyê hatiye, bêyî koka xwe û ne di nav axa de îmkan tune ye ku dara çandekê gul vebide û berbigire.
Mirov, ku çand bi wî û ji bo wî ye, eger dûrî kok û axa xwe bikeve diçilmise. Çanda mirov jî ku bêhna axa wî jê neyê, dûrî resenetiya xwe dikeve û bê çêj û nasname dibe. Ji xwe nivîsandin bi giştî û çand ew e mirov ji xwe, ji axa xwe, ji taxa xwe, ji kolanên xwe û toza wan dûr nekeve. Cîhanîbûn qet nayê wê wateyê ku mirov dûrî doz û pirsgirêkên hawirdora xwe bikeve û berê xwe bide pirsgirêkên cîhanî! Wekî hin komunîstên me -ku hêsir li ser Kombodya û nizanim ku dibarandin, lê ku gotin dihate ser zarokên gelê kurd me dê wan tirş dibû û…ji rûyê wan dibariya! Cîhanîbûn ne ew e mirov dûrî axa xwe bikeve!
Zimanê miletan û mentalîteya wan çavkaniya xwe ji axê û erdnîgariya wan digire. Em dibînin zimanê me yê kurdî wekî mînak- şayîk wekî ava çemên Kurdistanê diherike, carinan hişk mîna zinaran, carinan bihêz wekî şax û çiyayên Kurdistanê, carinan bêcir wekî sitriyan, carinan bi bêhn û reng wekî gul û kulîlkên xwezaya Kurdistanê…
Niha, mixabin, ev çand û huner û ziman jî hatiye qedexekirin. Dûrî siyasetê, zimanê beşekî mezin ê çand û huner û edebiyata axa Mezopotamyayê bêdeng hatiye hiştin ku xemleke rengê cîhanê jî hatiye qedexekirin. Hem, em bi xwe jî ji ber gelek sedeman hêdî dûrî ax û heriya xwe ya pêşîn dikevin!
Lê axa ku Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran aniye ser rûyê dinyayê, dikare her dem xwe nû bike û wekî sîmir toza salan ji ser mil û pişta xwe biavêje, dema ku li axa xwe, li bêhna wê vegere û ji wê kaniya herikî dîsa careke din vexwê: ava jiyanê jê vexwe.


