Paris
Garikoitz Aspiazu Rubina ku wekî berpirsê leşkerî yê ETA'yê tê nîşandayîn li Fransayê hat girtin.
Wezîra Karên Hundir a Fransayê Michele Allio-Marie daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku wan Garikoitz Aspiazu Rubina ku berpirsê leşkerî yê rêxistina ETA'yê ye girtine bin çavan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pênasê Rubina Txeroki ye.
Di 1'ê rêbendana 2007'an de li Capbretonê du peywerdarê parastina sivîl a Spanyayê hatibûn kuştin û tê îdîakirin ku Txeroki ew kuştine.