Diyarname
Kesên di karên fermî de û di TSK'ê de dixebitin ji bo ku di hilbijartinê de bibin berendam divê serê mehê îstîfa bikin.
Hilbijartina herîmî ya ji bo şaredariyan di 29'ê adara 2009'an de li dar dikeve. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser berendamtiyê biryarnameyeke di rojnameya fermî de weşand. YSK'ê da zanîn ku kesên di karên kamûyê de dixebitin ên wekî dadger, dozger, hîndekar, memûr an endamên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) in û dixwazin di hilbijartinê de bibin berendam divê heta roja 1'ê berfanbarê saet 17.00'an ji peywirê xwe îstîfa bikin. Ger kesên wisa ji karê xwe îstîfayê nekin dê nikaribin bibin berendam.