logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

Vaye peyama Ocalan a li Newroza Amedê

Peyama Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan a ku li bendê bûn li Newroza Amedê hate xwendin. Vaye ew peyam:

  • Dîrok: 21/03/2015
  • Beş: Nûçe

Amed

Peyama dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Newroza Amedê ya bi beşdariya mîlyonan, hat xwendin. Kurdiya peyamê ji aliyê Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û tirkiya wê jî ji aliyê parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hat xwendin.

Vaye ew peyam:

"Ji hemû gelên me re;

Ez Newroza hemû gel û dostên me yên li cem aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê sekinîne silav dikim. Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bê wate tên tunekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, tu carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berevajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqîniyên olî, siyasî û exlaqî ye.

 

'Em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne' 

Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, biratî û aştiya bi rûmet a gelên welatê me, meşand; îro di şêmûgeke dîrokî de ye. Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtî ye wekî ku vala neçû, hatiye merhaleyeke wisa ku nikare bi heman awayî bê meşandin. Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratîk û aştiyeke li gorî rihê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa Dîrokî ya Dolmabahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliyê me hemûyan ve, bi awayekî fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne. 

 

Lidarxistina kongreyeke ji bo serdema nû 

Bi pêkhatina mutebaqata li ser rêgezan a ku deklerasyon ferz dike; PKK têkoşîna ku ev çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandin û ji çekê pêk dihat, bi dawî bikin; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî rihê serdemê diyar bikin, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibînim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin lihevkirina (mitabiqbûna) rêgezî û bi derbasbûna ji komîsyona ku bi nûnerên parlamentoyê û ji desteya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serketî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîtiya destûra bingehînî, wekî civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana bi biratiyê ya di nav aştiyê de. 

 

Ber bi Tirkiyeyeke nû ve 

Bi vî awayî em, ji ser paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, gav davêjin û ber bi pêşerojeke ku bi aştiyeke rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye hûnandin ve dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî, di hizûra we de, silavkirina merhaleyeke wisa ye. Lê belê, diyardeyên ku ji bo welatê me û gelê me rast in, divê, di heman demê de, ji bo herêma me ya bi pîroziyan tijeye jî, derbasbar be. Rastiya kapîtalîzma emperyalîst a bi giştî du sed salên dawî, bi taybetî jî ya sed salî ev e ku li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û olî, bi awayeke li dijî cewherê xwe, ber bi hindurê xwe ve tewandin û ji hev re kirin dijmin; yanê li gorî politikaya parçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayeke bê merhamet heta roja îro anî!

Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şikilê DAIŞ'ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovîtiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de kurd, tirkmen, ereb, êzidî û asûrî-suryanî, li dijî hemû gel û baweriyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn.

 

'Bila netewe dewlet cureya nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin' 

Roj ew roj e ku vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewe dewletên ku, neteweperestiya wêranker, tuneker, pevçûner aniye dinyayê li dû xwe bihêlin û derbasî siyaseta demokratîk, lihevkirina nasnameyên demokratîk ên vekirî, derbasbûna hevpariyekê. Ji bo vê yekê, ez bang li netewe dewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewe dewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.

 

'Bila jin û ciwansi awayê herî çalak cih bigirin'

Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin dikim, ku piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Derveyî vê, ez silav li berxwedan û serketina Kobanî dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li ''Rihê Eşmeyê'' dikim ku wekî remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tespîtên ku min hewl da ku ez li jor diyar bikim; eger bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo wekî civak ji nû ve revîzyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojanekirinê bangeke hêja ye.

Careke din, ez di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza, ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema xêrên mezin, silav dikim.

Bijî Newroz,

Bijî Biratiya Gelan…"

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

news
  • 10 06 2026

Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt

news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

237 rewşenbîr 'Di rewşek wisa de zagon nikare bê çêkirin'

ad

Muskî wisa tiştek kir dê rê li serdemeke nû veke

ad

Fîlmmorê biryara girtinê ragihand

ad

Dawiya hefteyê hin çalakî

ad

Di Kurt Tarîhî de 'Çapemeniya Kurd a Serdema Osmanî'

ad

A go rolê Prenses Diana kay bikero

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname