Diyarname
Cih Wan, qada Newrozê. Bi sed hezaran kes hatiye cem hev. Li ser dikê Demîrtaş û mebûsên HDP'ê hene. Ew dê kevokan ber bi ezman ve azad bikin. Lê kevok jê wekî ku nexwaze here, wekî ku bixwaze hê zêdetir li wir bisekine, guhdariya Newrozê, guhdariya Demîrtaş bike... Ji Newroza Wanê em vê wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.