Diyarname
Berî niha Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder hedefa HDP'ê ya di hilbijatinê de eşkere kiribû, vê carê Sebahat Tuncel fikra xwe ya li ser hilbijartinê ji aliyê HDP'ê ve eşkere kir.
Tuncel li Îzmirê di Konferansa Demokrasî û Aştiyê ya Herêma Egeyê de axivî. Mebûsa HDP'ê ya Stenbolê Tuncel wisa got: "Di hilbijartinê de em bi ser nekevin AKP bi tena serê xwe dê bê desthilatdarî. Em bi 35 mebûsan ketin meclisê, em ji bo AKP'ê bûn kabûs. AKP'ê bi qasî ku ji partiyên din ên muxalefetê nekişandin ji me kişand, Emê ji hilbijartinê hêz hêztir derkevin. Em êdî meseleya 'emê bendavê derbas bikin yan na' nîqaş nakin. Tiştê girîng emê bi sedî çend bendavê derbas bikin. Yê herî hindik dibêje, dibêje sedî 12. Yê bi ser de jî em qebûl dikin. Dema em wisa bikevin hilbijartinê AKP bi tena serê xwe jî dê nikaribe bibe desthilatdar. Yê pêşî lê bigire ne CHP, HDP bi xwe ye."
Berî niha Onder gotibû: "Ez dibêjim dê ne li dor sedî 11-12 be, em dê hin bilindtir dengan bigirin. Wele ez hema wekî texmîn vê yekê nabêjim. Ez her li rêya me. Tiştê ku duh min nedît û îro min dît ev in. Reqîbên me perîşan in."
Buldan jî wisa gotibû: "Hedefa me sedî 15 ye."