Cemil Oguz
Belgefîlmê Can Dundar ê bi navê "Mustafa" bi xwe re nîqaş jî anîn. Di belgefîlm de Ataturk ji bo kurdan wisa dibêje: "Kurd, dê wekî xweserî xwe bi rê ve bibin."
Can Dundar li Tirkiyeyê yek ji belgefîlmkarên serketî ye. Heta niha wî bi dehan belgefîlm çêkirine û pêşkêş kirine. Dundar niha bi belgefîlmê bi navê "Mustafa" ku li ser jiyana Mustafa Kemal Ataturk e derket pêşberî temaşevanên sînemaye.
Senaryo û derhêneriya belgefîlm Can Dundar kiriye û muzîk jî Goran Brogeviç saz kiriye.
Dundar ji bo amadekirina fîlm serî li arşîva Serokomariyê û Serfermandariya Artêşê, arşîvên taybet yên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê daye û di dawiyê de belgefîlmekî wisa derxistiye holê.
Di belgefîlm de wêneyên Ataturk ên ku berê nehatiye dîtin, notên wî, defterên wî, nameyên taybet hatine pêşkêş kirin.
Ji bo kişandina belgefîlm jî ekîbê ji Selanîkê heta Manastir, Şam, Berlîn, Sofya, Karlsbadê, gelek cihên ku Ataturk çûye, çûne û li wan deran jî dîmen kişandine.
Di dawiyê de belgefîlmekî serketî derketiye holê. Belgefîlm ji aliyên Ataturk ên leşkerî wêdetir aliyê jiyana wî ya rojane, aliyên wî yên mirovî derxistine pêş. Mînak ew rojekê de çend şûşe reqiyê vedixwe, çend fîncan qehwe vedixwe û çend cixareyan dikişîne. Evînên wî, nameyên ku di ciwaniya xwe de ji Carolîna delal re dişîne... Her wiha digel aliyên wî yên mirovî, aliyên wî yên ku bi serê xwe biryara dide, bi der û dora xwe naşêwre jî derketiye pêş. Jixwe ji ber ku belgefîlm van aliyan pêşkêş dike hin derdorên Kemalîst ji derhêner Dundar û belgefîlm aciz bûne.
Bi kurtahî em dikarin vê bibêjin: Belgefîlm dike ku Ataturk bi mirovan bide hezkirin, bi dîmen, muzîkî û vesazkirina xwe vê yekê bi awayekî serketî radixe ber çavan jî.
Û aliyeke belgefîlm ku kuran eleqedar dike jî heye. Aliyê ku Ataturk qala xweseriya kurdan dike.
Di fîlm de pirsgirêka kurd wisa tê pêşkêş kirin: "Ataturk berî ku Komarê ava bike di 16'ê rêbendana 1923'yan de li Qesra Îzmîtê gazî 9 rojnamegerên navdar ên wê demê dike û bi şertê ku 'neyê nivîsandin' bi wan re ji alî alî de sohbetê dike, fikrên xwe tîne ziman. Rêberê Mezin ku di dema karê xwe yê li Rojhilat de herêm baş raçav kiriye, li ser pirsa kurd wisa dibêje; 'Ji dêvla ku em bi tena serê xwe kurdan bifikirin, li gor Qanûna Teşkîlat-i Esasiye (Zagona Bingehîn) jixwe dê taybetiyên herêmî hebin. Gelê kîjan sencexê kurd bin, ew dê xwe bi awayekî xweser bi rê ve bibin. Ne rast e ku mirov rabe sînereke cihê çêbike."
Di wê civînê de ji rojnameya Vakitê rojnameger Ahmet Emin (Yalman), ji Tevhid-i Efkarê Velit Ebuzziya, ji Îleriyê Suphi Nuri (Îleri), ji Taninê Îsmail Muştak (Mayakon), ji Akşamê Falih Rifki (Atay), ji Îkdamê Yakup Kadri (Karaosmanoğlu), ji Îzmit Îleriyê Kiliçzade Îsmail Hakkî, Dr. Adnan (Adivar) û Halide Edip (Adivar) amade bûn.
Gotinên Ataturk berî vê jî li ser kurdan hene û nêzîktêdayîna wî ya bi vî rengî heye, lê ev gotin her hatin veşartin. Niha careke din bi rêya "Mustafa" derketina holê ya van gotinan, di vê demê de xwediyê girîngiyeke nû ye.
Û ji bo sînemahezan notekî: Kesên ji belgefîlman hez dikin, bêyî li mijarê binêrin jî bi dîmen û muzîka xwe dê ji vê belgefîlmê jî hez bikin. Goran Brogevîç ku ev çend sal in li Tirkiyeyê konseran dide, muzîkeke taybet û serketî saz kiriye.
Ji bo fragmanê:
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.