Diyarname
Lijneya hilbijêr Xelata Duygu Asena ya PEN'ê di warê lêkolînê de îsal didin du berheman.
Lijneya diyarkirina xwediyên xelatê ji kesên wekî Nazan Aksoy, Fatmagul Berktay, Aksu Bora, Îpek Çalişlar, Serpil Gulgun, Asli Guneş, Muge Îplikçi, Orhan Pamuk, Pinar Selek, Nukhet Sirman û Şirin Tekeli pêk dihat.
Lijneya hilbijêr xelat da nivîskarên du pirtûkan.
Lijneyê, li ser pirtûka "Turkiye'de Kadina Yonelik Şiddet" (Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinan) da nivîskarên pirtûkê Ayşegul Altinay û Yeşim Arat, û bi pirtûka "Analar Yoldaşlar Tanriçalar" (Dayik Hevrê Xwedawend) da Handan Çaglayan.
Merasima xelatdayînê dê bi hevkarya Amargi û KASDAV'ê li dar bikeve. Kesên wekî Buket Uzuner, Derya Alabora, Bulutsuzluk Ozlemi, Aylin Aslıi, Tugçe Ulugun Tuna, Gulay, Sultana û Feminist Kadin Çevresi Muzik Toplulugu jî piştgirî didin merasimê.
Merasima xelatdayînê 1'ê mehê saet 19.00-23.30'yan de li Navenda Çanda Cadebostan a li Stenbolê dê li dar bikeve.


