Diyarname
Bazranî û Rice îro li Washingtonê li avahiyên Wezareta Karên Derve hevdîtineke pêk anîn.
Serkokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîra Karên Derve ya Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Condoleezza Rice hevdîtina xwe pêk anîn û pişt re agahî dan çapemeniyê. Li ser hevdîtinê wiha hate gotin: "Mijara bingehîn a hevdîtinê peymana ewlehiyê ya DYA-Iraqê bu. Li ser peymanê bi berfirehî hate sekinîn."
Her wiha di hevdîtinê de li ser balafirêh Tirkiyeyê ku îro operasyona hewayî li başûrê Kurdistanê pêk anîn jî hate axaftin.