Diyarname
Li 70 welatan anketeke hate çêkirin û piraniya van welatan xwest ku Barack Obama bibe serokê DYA'yê.
Ji bo hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hindik ma. Li ser hilbijartinê her roj anketên nû têne çêkirin û pêşkêş kirin. Vê carê di warê navneteweyî de anketeke hate çêkirin. Li 70 welatan anket hate çêkirin û ji van li 64 welatan hemwelatiyan west ku Obama bibe serokê DYA'yê.
Welatên wekî Gurcistan, Filipînr, Kamboçya û Laosê xwestin McCain bibe serokê DYA'yê. Li welatên wekî Litvanya û Pakistanê jî dengên ji bo her du berendaman wekî hev derketin.
Piraniya welatên Rojavayê Ewropayê jî piştgirî da Obama.
Anket li Tirkiyeyê jjî hate kirin. Saziya anketê Gallup li Tirkiyeyê anket çêkir û sedî 70'ê hemwelatiyên Tirkiyeyê li ser pirsa "Hûn dixwazin kî bibe serokê DYA'yê" yan bersiv nedan yan jî gotin "Ez nizanim." Li Tirkiyeyê tenê sedî 22'yî Obama xwest û sedî 8 jî McCain xwestin.