RIHA
Li Pirsûsa Rihayê xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Metîn Altintaş û Endamê Meclisa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî dema ku xwestin derbasî Kobanî bibin li ser sînor pê li mayîna ku çeteyên DAIŞ'ê danîbûn kirin û wefat kirin.
Di encama teqîna mayînê de Altintaş û Aktî, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Altintaş û Aktî birin Kobanî. Piştî bûyerê Mebûsê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya derbasî Kobanî bûn û der barê bûyerê de ji rêveberên kantonê agahî girtin.
Tê gotin ku dê malbatên Altintaş û Aktî derbasî Kobanî bibin û cenazeyên xwe bigrin.


