Îzmîr / DÎHA
Li Zanîngeha Ege (EU) ya Îzmîrê piştî xwendekarên kurd stand vekiribû û komek ulkucuyan (nijadperest) êrîşê wan kiribû, di bûyerê de berpirsê nijadperestan yê Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu miribû, hin xwendekarên welatparêz birîndar bûbûn. Niha nijadperestan di qada tora civakî de kampanyaya nijadperest daye dest pê kirin. Xwendekar dibêjin ku wan mala xxwendekaran û nexweşxaneya ku xwendekarên birîndar lêne ji bo xwe kirine hedev û êrîşên nû organîze dikin.
Xwendekarên kurd ku nexwestin navê wan bê nivîsîn, dibêjin êrîşên tên kirin bi plan in û polîs qet dengê xwe dernaxe. Xwendekar diyar dikin ku tu ewlehiya wan nîn e. Yek ji xwendekaran wisa dibêje: "200 kes sope û kêrên donerê di destê wan de bêyî lêgerina li wan ew rehet ketin nava zanîngehê. Ji bo xwendekaran bikujin hatin. Niha taxa me, malên me ji bo xwe kirine hedef."
Xwendekarekî din ku li EU'yê dixwîne dibêje bêyî ku xwendekarên kurd bên dermankirin polîsan xwestiye ew bêne binçavkirin.
Xwendekar dibêjin ku bûyer hemû li ber çavên polîsan çêbûne.