Diyarname
A) Av tê dîtin B) Leheng têne avakirin C) Helîm Yûsiv romaneke dinivîse D) Ne yek jî
Helim Yûsiv piştî "Sobarto" û "Tirsa Bê Diran" vê carê bi romaneke xwe ya nû, bi "Gava Ku Masî Tî Dibin" derket pêşberî xwendevanên xwe. Romana ku ji Weşanên Lîse derketiye ji 239 rûpelan pêk tê.
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv, di vê romana xwe de, şêwaz û vegotina xwe ya xweser dîsa nîşan dide; li ser têkoşîna kurdan a bîst salên dawî romana xwe saz dike û wê pêşkêşî xwendevanên kurd û pirtûkxaneya kurdan dike.
Her çiqas çîrokên Helîm Yûsiv wekî surrealîst bêne binavkirin jî di her çîrokeke wî, û dûre jî di her romana wî de mirov bi rehetî dikare parçeyeke ji rastiya kurdan, ji jiyan û têkoşîna kurdan bibîne. Ciwanên di "Sobarto"yê de, lehengên di "Tirsa Bê Diran" de û niha jî temaya "Gava ku Masî Tî Dibin" parçeyeke ronahî ye ji têkoşîna ku êdî bûye parçeyeke jiyana kurdan.
Her romaneke ku deriyeke nû li xwendevanan vedike, "Gava Ku Masî Tî Dibin" jî deriyên nû pêşkêş dike bi zimanekî wêjeyî.
Helîm Yûsiv kî ye?
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967’an de li Amûdê hatiye dinê. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000’î ve li Almanyayê dijî.
Heta niha bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de hatine weşandin û berhemên wî jî li tirkî, erebî û almanî hatine wergerandin.
Nivîskar Helîm Yûsiv ji bo Roj TV'yê bernameyeke wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" amade û pêşkêş dike, di heman demê de quncikniviskarê Diyarnameyê ye.
Berhemên Yûsiv:
- Mêrê Avis (Çîrok), bi erebî, Şam 1991
- Jinên Qatên Bilind (Çîrok), bi erebî, Beyrûd 1995
- Mirî Ranazin (Çîrok), Avesta, bi kurdî, Stenbol 1996
- Mêrê Avis, Avesta, bi kurdî, Stenbol 1997
- Jinên Qatên Bilind, Avesta, bi kurdî, Stenbol 1998
- Oluler Uyumaz, (wergera 'Mirî Ranazin') Wergera ji bo tirkî: Rahmi Batur, Avesta, Stenbol 1998
- Sobarto (Roman), Avesta, bi kurdî, Stenbol 1999
- Sobarto, bi erebî, Beyrût 1999
- Sobarto, bi kurdî, Hewlêr 2004
- Memê Bê Zîn (Çîrok), Avesta, bi kurdî, Stenbol 2003
- Tirsa Bê Diran (Roman), Avesta, bi kurdî, Stenbol 2006
- Dişsiz Korku, (wergera 'Tirsa Bê Diran) Wergera ji bo tirkî: Rahmi Batur, Evrensel Basim, Stenbol 2008
- Gava Ku Masî Tî Dibin, (Roman), Lîs, Amed, 2008
***
Nivîsên bi "Gava Ku Masî Tî Dibin" re eleqedar: