• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Min efû bikin

Dîrok : 12 10 2008 | Beþ :

Serbest

 

Îrfan Amîda

Di rewþên awarte û ji hêla siyasî û civakî ve xetimî de mejiyê mirovan þêlû dibe. Zemîna bîrdoziyan û siyasetê þematokî dibe. Ji loma jî têgeh mîna mirîþka ku bi êþê ketibe her li bin guhê dîwaran dikevin. Yek carinan jî mîna sehê har xwediyê xwe didire. Têgehên ku wateyên wan ji wan hatine kirin û þilfîtazî mane, ji fediya xwe nema dikarin li rûyê ferhengan binêrin.
Di van rewþan de gelek kes zimanê xwe û retorîka fikra xwe ji bîr dike. Ji ber ku saw bi ser wan dikeve û ji ber ku dizanin têgehên wan tahdeyê li mejiyên wan dike lê hiþ û dilê wan ê ku saw girtiye destûr nade li têgehên xwe xwedî derkevin, xwe bi ser hin têgehan ve davêjin.
Helbet dema siyaset an jî civak bixetime û di van rewþan de paradokseke qewîn derkeve, mirov li rêyekê digere û nerînên xwe, daxwazên xwe revîze dike. Li zimanekî nû ku bibe mifteya xilqa paradoksê digere. Têgehên nû diafirîne. Li wan xwedî derdikeve. Dema ku ew xilqa paradoksê vekir jî êdî watedartir dike. Ji xwe bi xweber wate ji hêla civakê ve lê tê bar kirin.
Di van deman de revîzekirin nayê wateya reforfîzmê. Ev avakirina bingeha veguherîneke dîyalektîk e. Normalîze kirin. Ji aliyekî din ve jî sosyalîzasyoneke ku civakê dînamîze dike ye. Yan na di wê xitimandinê de civak statîze dibe û ji mirovbûyîna xwe dûr dikeve. Ji lewra jî revîze kirin carinan tevgereke, helwesteke gelekî însanî ye. Lê berî her tiþtî, çawa xitimandin du alî ye revîze kirin jî divê du alî be. 
Ger ku revîze kirin ji aliyekî tenê ve bê kirin ev sosyalîzasyonê bi xwe re nayne. Aliyekî diþkîne, aliyekî qewîntir dike. Ev raste rast xurtkirina paradoksê ye. Girêka Gordiyon ango xirboqiyê davêje çareseriyê. Her du aliyan jî ji mirovbûyînê dûr dixe. Qet ne însanî ye.
Îro Tirkiye jî parîkî di vê pêvajoyê de ye. Ji ber pirs-girêka kurdî xitimandineke mezin dijî. Ne bingeha siyaseteke normal ne jî bingeha aboriyeke normal ma ye. Di van demên dawî de jî xuyaye ku tu bingeh ji civakeke normal jî re nemaye. Ji loma jî gelek têgeh li bin guhên hev dikevin. Mîna ku ji talanê mal birevînin her kes çi têgeh bê ber dev bi kar tîne. Ne wateya wan ya hiqûqî, ne ya siyasî ne jî ya sosyalî tîne ber çavan.
Helbet gelek ji wan bi dilekî safî û paqij bi kar tînin wan têgehan. Hinek ji wan fikrên xwe û dawazên xwe revîze dikin. Ji bo ku eþkere bê zanîn û bertekên tûj binermijînin, parîkî xwe bidin guhdar kirin, tespîtên bilez û têrxetere dikin. Lê heta astekê ev bê pejirandin jî, ez bawer dikim sînorên siyasetê û zanînê, sînorên hiqûqê serobin dikin. Gelek têgehên ku êdî ji ber xwe fedî dikin bikar tînin. Ger mirov wan fikran bipejirîne û têgehan deyne cem hev ez bawer dikim ku tu wijdan dê ew qasî rehet nemîne. Dê tu mejî ew qasî bi rehetî nexebite.
Yek ji van têgehan jî “EFÛYA GIÞTΔ ye. Efû berî her tiþtî têgeheke hiqûqî û sosyalî ye. Helbet têra xwe nerm, estetîk, xweþik û însanî ye. Hêvî û jiyanê di xwe de dihewîne. Ev alî û wateyên wê yên sosyalî ne. Di rewþên awarte û xitimî de gelek caran bikaranîna wê civakê normalîze dike. Wijdan rehet, hestên edaletê têr dike.
Lê aliyeke hiqûqî yê vê têgehê jî heye ku ew jî tespît û pejirandina sûcî ye. Yanî li gorî hiqûqê sûcek heye û ligel ku ev sûc hatiye kirin jî aliyek yan jî dewlet ji ber vî sûcî kes an jî rêxistinekê efû dike, dibexþîne. Berî her tiþtî ev sûc ji holê ranabe. Sûc tespît dike. Lê dîsa jî efû dike. Û naxwaze careke din ev sûc bê kirin.
Bi ya min deme mirov behsa efûya giþtî bike divê mirov behsa sûcê ku bûye jî bike. Îja ji kerema xwe re kesên ku behsa efûya giþtî dikin bila behsa sûc jî bikin. Di pirsgirêka kurdî de sûc çi ye? Kî sûc dike/kiriye? Di vê efûkirinê de çi wekî navend tê pejirandin? Ev navend dewlet û zagona wê ya bingehîn e yan hiqûqa ewrenselî (gerdûnî) ye? Ev navend mafên mirovan ên ewrenselî ye an zagona netewdewletê ye? Ji kerema xwe re kurdên ku vê têgehê bikar tînin jî bila bersiva van pirsan bidin.
Mînak: Ji ber ku em zimanê xwe dizwazin em sûcdar im li hember zagona vê dewletê. Ji loma jî divê ez lêborîna xwe bixwazim û dewlet jî min efû bike. Ji ber ku nasnameya min, zimanê min, çanda min qedexe kiriye wê dewlet ji min lêborînê bixwaze û ezê efû bikim an ji ber ku ez ji bo van mafê xwe ditêkiþim ezê lêborînê bixwazim û ew ê min efû bike. Gelo dema ez bejim “min efû bikin” ez di heman demê de sûcê xwe jî dipejirînim an na? Gelo kesek dikare hevoka ku ez bêjim saz bike? Gelo ezê vê hevokê saz bikim. “MIN EFÛ BIKIN”.
Bi xwe ez dikarim efû bikim kes an jî dewletên ku mafên min xwarine. Ez dikarim daxwazên xwe jî revîze bikim. Û ez bawer dikim gelek kurd jî dikarin efû bikin. Lê ez nikarim ji ber ku min mafê xwe xwestiye û ji bo wan têkiþîme bêjim “MIN EFÛ BIKIN”. Ez ji aþtiya civakî, ku pêdivî bi rastî jî çi vê têgehê heye, bikarbînim û bixwazim. Di vê çarçovê de dikarim daxwazên xwe revîze jî bikim. Lê nikarim bêjim “MIN EFÛ BIKIN”.   

imemzal@hotmail.com 

 

 ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê

- Notos Oyku û Semîh Gumuþ

- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?

- Exlaqê pênûsê

- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin


    

Hûn dikarin li van jî binêrin

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê cihê Rusyayê bigire?

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê...

03 02 2023

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft...

31 01 2023

Em xwe nû dikin

Em xwe nû dikin

30 01 2023

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya...

26 01 2023

Ev jî hene

Komara ên ku xwe vediþêrin

Komara ên ku xwe vediþêrin

23 11 2009

Gotina Hefteyê: Bila 7 herêmên Tirkiyeyê bibin herêmên federatîf

Gotina Hefteyê: Bila 7 herêmên Tirkiyeyê bibin herêmên federatîf

03 11 2012

Giyadîna Xortaniya Min

Giyadîna Xortaniya Min

08 02 2020

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

23 07 2022

Gotina Hefteyê: Nexþeya Srî Lanka û ya Rojhilata Navîn bidin ber hev

Gotina Hefteyê: Nexþeya Srî Lanka û ya Rojhilata Navîn bidin ber hev

14 09 2011

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname