Diyarname
Xelata Nobelê ya Wêjeyê a îsal dan nivîskarê fransiz Jean-Marie Gustave Le Clezio.
Akademiya Swêdê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya îsal da nivîskar Le Clezio û di daxuyaniya li ser romanûs de wisa got: "Di bin vê şaristaniyê û wê aliyê wê de ew bi kifşa mirovahiyê, coşa hestê, mecareya helbestî û nivîskarên veqetandinên nû ye."
"Çol", "Stêrka Koberî", "Masiya Stêrk", "Bêhna Okyanûsê û Angolî Mala" (heta vir ji bo tirkî hatine wergerandin), "Dêw", "Pirtûkên Firînê" û "Şer" hene.
Jean-Marie Gustave Le Clezio di 13'ê avrêla 1940'î de li bajarê Nice hatiye dinê.
Di nav berendamên Xelata Nobelê ya Wêjeyê de îsal nivîskarê amerîkî Thomas Pynchon û Don DeLillo û nivîskarê ji Sûriyeyê Adonis jî hebûn.
Xelata Nobelê ya par nivîskar Doris Lessing pêrar jî Orhan Pamuk girtibû.
Ji sala 1960'î ve kesên Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtine::
- 2007: Doris Lessing, Îngilistan
- 2006: Orhan Pamuk, Tirkiye
- 2005: Harold Pinter, Îngilistan
- 2004: Elfriede Jelinek, Avusturya
- 2003: J.M. Coetzee, Afrîkaya Başûr
- 2002: Imre Kertesz, Macaristan
- 2001: V.S. Naipaul, Îngilîzê bi eslê xwe Trinidadê
- 2000: Gao Xingjian, Fransizê bi eslê xwe çînî
- 1999: Gunter Grass, Almanya
- 1998: Jose Saramago, Portekîz
- 1997: Dario Fo, Îtalya
- 1996: Wislawa Szymborska, Polonya
- 1995: Seamus Heaney, Îrlanda
- 1994: Kenzaburo Oe, Japonya
- 1993: Toni Morrison, DYA
- 1992: Derek Walcott, St. Lucia
- 1991: Nadine Gordimer, Afrîkaya Başûr
- 1990: Octavio Paz, Meksîka
- 1989: Camilo Jose Cela, Spanya
- 1988: Necip Mahfuz, Misir
- 1987: Joseph Brodsky, Amerîkayîyê bi eslê xwe rusyayî
- 1986: Wole Soyinka, Nîjerya
- 1985: Claude Simon, Fransa
- 1984: Jaroslav Seifert, Çekoslovakya
- 1983: William Golding, Îngilistan
- 1982: Gabriel Garcia Marquez, Kolombiya
- 1981: Elias Canetti, Îngilîzê bi eslê xwe bulgaristanî
- 1980: Çeslav Miloş, Amerîkayiyê bi eslê xwe polonî
- 1979: Odysseus Elytis, Yewnanistan
- 1978: Isaac Bashevis Singer, Amerîkayiyê bi eslê xwe polonî
- 1977: Vicente Aleixandre, Spanya
- 1976: Saul Bellow, Amerîkayiyê bi eslê xwe kanadayî
- 1975: Eugenio Montale, Îtalya
- 1974: Eyvind Johnson û Harry Martinson, Swêd
- 1973: Patrick White, Avusturyayiyê bi eslê xwe îngiliz
- 1972: Heinrich Boell, Almanya (ya Rojava)
- 1971: Pablo Neruda, Şîlî
- 1970: Aleksandır Soljenitsin, Rusya
- 1969: Samuel Beckett, Îrlanda
- 1968: Yasunari Kawabata, Japonya
- 1967: Miguel A. Asturias, Guatemala
- 1966: Shmuel Y. Agnon, Îsraîliyê ji bi eslê xwe polonî û Nelly Sachs, Swêdiyê bi eslê xwe alman
- 1965: Mihail Şolohov, Rusya
- 1964: Jean-Paul Sartre, Fransa (Xelat red kir)
- 1963: Yorgo Seferis, Yewnanistan
- 1962: John Steinbeck, DYA
- 1961: İvo Andriç, Yugoslavya
- 1960: Saint-John Perse, Fransa