Amed
Rojnameya Azadiya Welat ku yekemîn rojnameya rojane ya bi kurdî ya li Tirkiyeyê tê weşandin e, bi hinceta ku daxuyanî û belavokên PKK/KONGRA-GEL weşandine û propagandaya rêxistinê kiriye, ji bo mehekê hate girtin.
12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, der barê rojnameya Azadiya Welat de, mehek cezayê girtinê da.
Di hinceta girtinê ya dadgehê de wiha hate gotin: "Di encama lêkolînkirina hejmara 734'an a di dîroka 05.10.2008'an de hatiye weşandin a rojnameya Azadiya Welat a bi kurdî tê weşandin de, hatiye fêmkirin ku belovajî xalên 6 û 7'an ên Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya Hejmar 3713'an, daxuyanî û belavokên rêxistina bi navê PKK/KONGRA-GEL hatine weşandin û propaganda hatiye kirin. Lewre jî li gorî xala 6'an a qanûna hejmar 3713'yan biryar hatiye girtin ku rojname ji bo mehekê bê girtin û li gorî xala 25/2 a Qanûna Çapemeniyê ya Hejmar 5187 hemû rojname bêne desteserkirin."
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Tayîp Temel li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ev biryar di çarçoveya daxwazên ku Başbug çend roj berî niha ji hikumetê re ragihandine de, hatiye dayîn. Di wir de dihat xwestin ku çapemeniya kurd bê qedexekirin. Ev biryar li gorî wê hatiye girtin. Lê tu qedexe û girtin têrî bêdengkirina çapemeniya kurd nakin. Tê xwestin ku kurd ji mafên xwe yên ku bi zimanê xwe û rojnameyên xwe agahiyan bigrin bêne mehrumkirin. Ev terorek e. Azadiya Welat dê di demeke herî kurt de, hîn xurtir bê weşandin."
Rojnameya Azadiya Welat, di 24'ê Adara sala 2007'an de jî, ji bo 20 rojan hatibû girtin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin