Amed
DTP'ê ji bo beşdariya hilbijartinên herîmê yên pêşiya me berendamên xwe eşkere dike.
Ger pêşhilbijartineke pêk neyê, li gor dema hilbijartinê divê di adara 2009'an de hilbijartinên herîmî li Tirkiyeyê pêk bê. Ji bo vê yekê DTP ketiye nav tevgerê û dê berendamên xwe zû eşkere bike.
DTP gaveke nû davêje û li gor vê gavê di meha sermawezê de berendamê xwe yên ji bo şaredariyan, endamên meclisên şaredariyan û endamên meclisên giştî yên bajêran eşkere bike.
Niha li ser van xebatan komîsyoneke ji 25 kesan pêk hatî ya DTP'ê xebata xwe dike. Vê komîsyonê 11 komîsyonên jêrîn ku di nav her yekê de du endamên Meclisa Partiyê jî hene ava kirine û ev komîsyon li nav gel li rewşê dinêre. Ev komîsyon li bajar û navçeyan bi gel re, bi saziyên sivîl û rêberên bîr û baweriyan re tê cem hev û li rewşê dinêre. Ev komîsyon agahiyên ku bi dest xistine dê pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê ya partiyê bike û berendam dê bêne eşkerekirin.
Ji bo serîlêdana pêşberendamî dê di rojên pêş me de pêk bên. Kesên ku bixwazin bibin pêşberendam dê li bajar û navçeyan serî li van komîsyonan bidin. Li gor agahiyê heta dawiya vê mehê dê serîlêdan pêk bê û hemû serîlêdan dê ji aliyê komîsyoneke jorîn ku têde hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna jî hebin de bê nirxandin û encameke jê bê derxistin.
DTP dike ku di nava sermawezê de berendamên xwe eşkere bike, dawî li nîqaşên nav partiyê bîne û dest bi xebateke nav gel a ji bo serketinê bike.
Her wiha li ser DTP'ê doza girtinê heye û DTP'ê parastina xwe ya bi devkî di meha rezberê de kiribû. Li gor rêveçûnê raportorê dadgehê dê roja 16'ê vê mehê rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên Dadgeha Zagona Bingehîn bike. Lê nayê zanîn ku ev endam dê kengê bêne cem hev û biryarekê bidin. Ger Dadgeha Zagona Bingehîn wekî doza AK Partî zû li hev bicive û biryarekê bide dê DTP li gor wê tevbigere.
Ger DTP bê girtin biryar ew e ku ne bi berendamên serbixwe, di bin banê partiyeke din de bikevin hilbijartinê. Îhtîmala herî berbiçav jî BDP ye ku demek berê hatibû avakirin û li 41 bajaran rêxistina xwe saz kiriye.
Nûçe ji ANF NEWS AGENCY hatiye girtin û kopîkirina wê qedexe ye