Diyarname
Lîstika Teatra Zîv a nû "Bêlome" yekem car derdikeve ser dikê. Lîstina Ilan Hatsor bi wergera Ferhad Çeper û bi derhêneriya Çetoyê Zêdo derdikeve ser dikê.
Mijar û Çîroka Şanoyê: Li Baxlara Amedê, serpêhatiya malbatekê ye. Şer û pevçûnên welêt, di qeder û xîreta malbatekê de, bi rasthatina navmalî ya di şevekê de serûbin dibe… Hersê bira: Baran, Azad û Dawid, xwe bi carekê re di navbera “Xelîl û Celîl”de dibînin û li çareseriyeke bê xwîn digerin…
Lîstik êvara 15'ê vê mehê saet 20.00'an de li Su Gosteri Merkezî ku li Fatiha Stenbolê ye (Navşîna: İskender Paşa Mah. Vezir Çeşmesi Sok. No:3/A) tê lîstin.
Kunyeya lîstikê:
Nivîskar: Ilan Hatsor
Werger: Ferhad Çeper
Derhêner: Çetoyê Zêdo
Dramatûrg: Recep İçen
Şêwirmend: Metin Boran
Muzîk: Peyam
Kostum û Dekor: Teatra Zîv
Ronahî û Efekt: Şiyar Aydemir
Mawe: 60'
Afîş: A. Asli Filiz
Lîstikvan: Sait Kulen, Kamuran Arslan, Rawîn Stêrk