Diyarname
Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Amed Spor ku di nîveka yekemîn a serdema sporê ya 2014-2015'an de encamên serketî bi dest nexistin biryar da ku teknîk dîrektorê xwe biguherîne. Klûbê û teknîk dîrektorê wan Coşkun Demîrbakan alîkarên wî Yaşar Akçura, Denîz Doster, Mesut Onal û Huseyîn Kaya bi lihevkirinê dest ji hev berdan. Di encama hevdîtinê de herdu aliyan biryar da ku peymana lihevkirina xwe betal bikin. Hevserokê Kulûba Amedsporê Îhsan Avci, ji ber kedan wan spasiya Demîrbakan û ekîba wî kir û oxir li wan kir.
Di destpêka vê serdema fûtbolê de teknîk dîrektor Coşkun Demîrbakan hatibû ser kar. Di 17 maçan de Amed spor 5 caran bi ser ketiye, 6 caran têk çûye û 6 caran jî bi wekhevî ji maçan derketiye. Niha di lîgê de 21 pûanên "Diyarbakir BB" bi navê xwe yê nû Amed spor hene û ew di Lîga 2'yem, Koma Sor de di rêza 10'emîn de ye.
Hevserok Îhsan Avci got ku di nîveka duyem a serdema îsal de ew dê bi teknîk dîrektorek û ekîbek nû re maçên xwe bilîze. Maçên Lîga 2'yeîn 17'ê vê mehê dest pê dikin. Amed spor jî 18'ê mehê dê li mala xwe bi Hatay sporê re bilîze. Wisa diyar e heta wê demê dê teknîk dîrektorêkî nû dest bi kar bike.