Medya Rênas
Êdî rêya wî diyar bûbû. Wî biryar dabû ku ji vî welatî bar bike, koç bike û pişta xwe bide her tiştî. Welatekî ku ez tê de bim, ew lê nedima. wî ne dixwest tu tişt, min bîne bîra wî. Ji min bar dikir, ji bêhna min bar dikir, ji çavên min bar dikir, ji kenê min bar dikir, ji bîraninên min bar dikir, ji dengê min bar dikir, ji dîmenên min bar dikir, ji her tistên min bar dikir û wê berê xwe dabû welatekî ku ez lê tune bim, rêya min pê nekeve, bêhna min jê neyê.
Di wê êvarê de, berî koça wî, min silavên xwe jê re şandin û min jê re gotibû: Rêya te vekirî be.
Gelo silavên min gihandine wî yan na? Ez nizanim, lê dilêriya min têrê nekir heta ku ez bipirsim.
Gelo nêrînên wî çawa bûn dema silavên min bihîstin?
Çavên wî geş bûn yan jî çilmisin, dema navê min hate gotin?
Lêvên wî lerizîn yan jî bi ser hev de guvastin?
Keniya yan serê xwe hejand û bê wate nêrî?
Erê min cesaret nekir bipirsim, ji ber ku min dizanibû ew çiqas birîndar e û kûrbûna êşa min ji wî re payda kiribû, min baş hîs dikir. Tenê min ew êş didît. Lê wî jî fam kiribû û min jî fam kiribû ku her dem mirov nedimeşe dirêya ku ew hildibijêre de, her dem mirov, berê xwe nade welatê ku ew dixwaze û ne herdem mirov bi dilê xwe, pişta xwe dide warê xwe û her tiştî li dû xwe dihêle .
Wê êvarê dema min gotina dawî jê re got û êdî veger tunebû, bêdeng ma, tenê axînek dirêj kisand, çavên xwe ji min veşartin, li deverek dûr nêrî, serê xwe hejand û sekinî, wisa ma.
Xwezî biqêriya, xwezî gotinek bigota, xwezî çavên xwe xistiba çavên min; wê ji min re hezar carî hêsantir ba…ji ku ber min dengê di hundirê wî de dibihîst. Tu dibêjî qey li newalekê bû û bi dengekî bilind diqêriya. Gotinên wî li ber guhên min diçûn û dihatin.
"Ev kêlî ji bo min mîna salekê dirêj bû. Tu carî kêliyên wiha bi te re derbas bûne, delalê? Dema kêliyêk bibe salek. Û derbas nebe, ger te nejiyabe, wê demê tu min nikarî fêm bikî. Tenê xwediyê êşê ji êşa xwe fêm dikin.
Ger tu ne êşiya bî, tê yê çawa behsa êşê bikî. Ger tu ne tirsiya bî, tu yê çawa behsa tirsê bikî. Ger tu bê welat nemabî, tu yê çawa behsa bê welatbûnê bikî. Ger tu sêwî nemabî, tu yê çawa behsa sêwîtiyê bikî. Ger tu evîndar nebûbî, tu yê çawa behsa evîndariyê bikî. Ger tu têk ne çûbî, tu yê çawa behsa têkçûnê bikî. Ev e nakokiya te delala min.
Te berê min da welatekî, welatekî bê navnîşan, welatekî dûr, welatekî xerîb, welatekî birîndar, ku bi hezaran mirov li kolanên wî, westiyayî ne, windayî ne, nizanin çi dixwazin, li çi digerin? Ji ku hatine, bi ku ve diçin?"
Min lê guhdar dikir, gotin bi gotin, lê gelo wî jî dengê min dibihîst? ji bersivên min têdigihîşt? Qêrinên min digihanê? Yan jî wî bi tenê li xwe guhdarî dikir û dengê wî li wî vedigeriya.
"Guhdarkirin jî hunereke delalo"
***
Nivîsên Medya Rênas ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Hemû gotinan xwe dabûn alî


