logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Pêşnûmayên konferansa ziman bû pirtûk

Metnên 4’emîn Konferasa Parastin û Perwerdehiya Kurdî wekî pirtûk hatin çapkirin.

  • Dîrok: 16/09/2008
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Metnên 4’emîn Konferasa Parastin û Perwerdehiya Kurdî wekî pirtûk hatin çapkirin.

Di navbera 16-19’ê sermawezê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4’emîn Rojên Wêjeyê li dar xist. Di nav van rojên wêjeyê de di navbera 18-19’ê sermawezê de konferanseke ziman bi navê 4’emîn Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî li dar xist.
Li dor 150 nivîskar û rewşenbîrên kurd beşdarî konferansê bûn, nîqaş kirin, fikrên xwe yên li ser parastin û perwerdehiya kurdî anîn ziman. Di konferansê de kesên wekî Oriol Ampuero i Gonzalvez, Necat Ayaz, Berzo Mehmûd, Rêzan Tovjîn, Ezîzê Cewo, Zana Farqînî, Mustafa Barak, Çerkezê Reş, Izet F. Yehya, Denîz Gunduz, Alî Çîftçî, Can Hessen, Dr. Necmeddîn Cebarî gotarên xwe pêşkêşkirin. Ev gotar niha bi navê “Konferansa Parastin û Perwerdehiya Kurdî” wekî pirtûk hatin çapkirin. Pirtûka ku ji Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derket de bê pere tê belavkirin.

Di pirtûka ku edîtoriya wê Samî Tan û Davut Ozalp kiriye de axaftina destpêka konferansê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û pêşeka Samî Tan jî cih girtiye. Her wiha ji bilî gotaran axaftinên ku di konferansê de hatin kirin jî di pirtûkê de hatine bi cih kirin. Yek ji tiştên ku di konferansê de hat kirin jî sazkirina koman bû. Komên ku di çarçoveya konferansê de li ser ziman xebitîn û metneke amade kirin, ew metnê wan jî tevî encamnameya konferansê di pirtûkê de hatiye bi cih kirin.

Di pirtûkê de 14 gotar hene û ev gotar piranî bi kurmancî ne ku di konferansê de jî bi vî awayî hatibûn pêşkêş kirin. Di nav van de gotara Oriol Ampuero i Gonzalvez ku bi îngilîzî pêşkêş kiribû wergera wê ya kurmancî di pirtûkê de hatiye weşandin. Her wiha gotara Edîtorê Weşanên Vate Deniz Gunguz a bi zazakî û gotara Hîndekarê Zanîngeha Sîne Dr. Necmeddîn Cebarî jî bi soranî ku di konferansê de jî bi vî awayî pêşkêş kiribû wekî orjînala xwe di pirtûkê de hatin pêşkêş kirin.

Axaftina Baydemîr a ku di pirtûkê de cih girtiye de Baydemir wisa dibêje: “Di vê konferansê de jî hûn ê pirs û pirsgirêkên vî zimanî nîqaş bikin. Hûn ê bi fikr û ramanên ji hev û din hêjatir metodên dermankirina kul û birînên vî zimanê birîndar, vî zimanê ku heta niha hatiye înkarkirin nîşan bidin. Ez hêvî dikim ku ev konferans di dermankirina birînên vî zimanê qedîm de bibe gavek.”

Samî Tan jî bi van gotinan hêviyên xwe yên li ser pirtûkê tîne ziman: “Em hêvî dikin ku dê ev pirtûk bi kêrî kesên ku li ser zimanê kurdî xebatê dikin, nemaze jî aktîvîst û têkoşerên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî were.”

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Konsera Diljen Ronî jî betal kirin

ad

Gelo li Cizîr û Silopî amadehiya komkujiyê tê kirin?

ad

Li Dêrikê jî rêveberî kete destê kurdan

ad

Yekîtiya li ser parçebûna başûrê Kurdistanê

ad

Dayê elim qerisî

ad

Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname