Diyarname
Navçeya Villarreal bi temamî serjimariya wê 49 hezar û 45 kes e. Hûn dizanin çend kesî bilêtên kombîne kirî ne?
Belê bi temamî 20 hezar û 16 kombîne hatine firotin û ev yek rekorek e.
Tîma Villarreal tîmeke Spanyayê ye û di lîga yekemîn de dilîze. Wekî her tîmî wan jî bilêtên serdema futbolê ya 2008-2009'an pêşkêşî piyaseyê kir. Ji bo vê yekê kampanyayeke mezin dan dest pê kirin.
Di encamê de 20 hezar heb bilêtên kombîne hatin firotin.
Serokê klûba Villarreal Fernando Roig ku Stada El Madrigal mezin kiriye jibo ku ciwanên derveyî navçeyê jî bikişîne maçan buhaya bilêtan daxist û bi ser ket jî.
Roigê ku 10 sal berê Villarreal kirî qlûb ji lîga 2'yem derxist lîga 1'em. 10 sal berê 3500 aboneyên wan hebûn, niha derket 20 hezarî û qlûbê ji xwe re kiriye hedef ku hefteya pêşiya me vê hejmarê derxe 25 hezarî.
Villarreal îsal duyemîn car dê Lîga Şampiyonan de bilîze.
Villarreal bilêtên Lîga Şampiyonan bi buhaya ji 135 Euroyî heta 1500 Euroyî difroşe.