Diyarname
Platforma Demokrasiyê ya Batmanê bang kir ku her kes beşdarî mîtîna "Em bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin" bibe.
Mîtînga "Em bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin" 10'ê vê mehê li Batmanê dê li dar bikeve. Ji bo vê yekê Platforma Demokrasiyê ya Batmanê li Genel-Îşa Batmanê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Li ser navê platformê Serokê Egitim-Sena Batmanê Selim Aratemur bi kurdî daxuyanî xwend û got: " Ji bo em ji asîmîlasyon û oto-asîmîlasyon, ji qedexeyên li ser kurdî, li bênasnametî û bêrûmetî re bibêjin 'na' em mîtîngeke ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dar dixin."
Serokê ÎHD'a Batmanê Ferhat Bayindir jî bang ji bo beşdariya mîtîngê kir.
Piştî daxuyaniyê Komîteya Amadekar a Mîtîngê ji bo serîlêdan û destûrê çû Midûriyeta Ewlehiyê ya Batmanê.
Wekî notek: Mîtînga ji bo ziman a li Batmanê wekî biryareke konferansa TZPKurdî derketibû holê. Mîtîng 10'ê mehê dê di navbera 13.00 - 18.00'an de li ber Mala Gel a Musa Anter li dar bikeve.