Diyarname
Amedsporê îro li hemberî Mereşsporê lîst. Alîgiran diruşma "Bijî Berxwedana Kobanî" bilind kirin. Amedspor bi ser ket.
Amedspor bi 2-1 bi ser ket
Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku demek berê navê xwe kiribû "Amedspor" di Lîga 2'yem a Spor Toto di Koma Sor de dilîze. Îro maça Amedspor û Mereşsporê hebû. Maç li li Tesîsên Amedspor ên li Şilbeyê hate lîstin. Alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî maçê dan û bi çoşeke mezin piştgirî dan tîma xwe Amedsporê. Di tirîbûnan de pankrata "Kobanî Amed e, Amed jî Kobanî ye" daliqandin. Alîgirên Amedsporên di dema maçê de diruşma "Bijî Berxwedana Kobanî" berz kirin.
Di maçê de Amedspor di deqeya 56'an gol avêt, Mereşsporê di deqîqeya 69'an de bersiv da û bû 1-1. Amedsporê di deqîqeya 90+2'yan de golek din avêt û bi 2-1 bi ser ket.
Bi hezaran kes çûn ser sînor
Di vê navberê de îro Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş, mebûs û rêveberên HDP'ê, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, rêveberên HDP, KCD, DBP'ê jî di nav de bi hezeran kes çûn ser sînorê Pirsûs-Kobanî gundê Mehserê û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin.
Demîrtaş li vir axivî û got: "Li vê derê, ev cihê em niha li vir in şermezarkirina DAIŞ'ê qedexe ye, dewlet nahêle kes li vir çalakî li dar bixe lê destûrê dide çeteyên DAIŞ'ê ku ji vir de êrîşê Kobanî bikin."
Gelê li vir diruşma diruşmên piştgiriyê ji bo YPG û YPJ’ê bilind kirin.
YPG: 83 çete hatin kuştin
Her wiha YPG'ê jî li ser rewşa dawî ya rojekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku êrîşa çeteyan hatiye şikênandin û bi giştî 83 çete hatine kuştin. YPG'ê got ku taxa Botan a Rojhilat ji çeteyan hatiye paqijkirin û di êrîşan de 3 tangên çeteyan hatine şikênandin.
Çeteyan 2 kîlometre sînor bikar anî
Çeteyên DAIŞ'ê ku duh ji deriyê Murşitpinarê re êrîşê Kobanî kiribû 2 kîlometre sînorê Tirkiyeyê bikar anî bû û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê qet deng nekiribûn.
Çete erebeyên gel dişewitînin
Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê wesayîtên li herêma duyemîn a ku di bin kontrola leşkerên tirk de ye şewitandin. Li du herêman bi sedan wesayît ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin û welatiyên Kobanî yên ku sînor derbas kirin jî piştî topên hawanê hatin avêtin ew birin qereqolê. Helwesta rehet a çeteyên li sînorê Tirkiyeyê bal kişand.