logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Olîmpîyatekî din jî bi dawî bû

29'emîn Lîstikên Havîyê yên Olîmpîyatê bi dawî bûn. Di stada ku 90 kes hebûn de şahiyeke mezin hate li dar xistin.

  • Dîrok: 24/08/2008
  • Beş: Spor


Diyarname

29'emîn Lîstikên Havîyê yên Olîmpîyatê bi dawî bûn. Di stada ku 90 kes hebûn de şahiyeke mezin hate li dar xistin.

Olîmpiyat çar salan carekê tê lidarxistin. Îsal Olîmpiyat li Pekînê Çînê li dar ket û îro bi şahiyeke mezin bi dawî bû. Şahiya ku di "Stada Neteweyî" ku bi navê "Hêlîna Çûkan" hatiye binavkirin de bi delaliyeke mezin li dar ket.

Di şahiya dawîlêanîna olîmpiyatê de Serokdewletê Çînê Hu Cintao û Serokê Komîteya Olîmpiyatê yê Navneteweyî (IOC) Jacques Rogge jî hebûn. Wekî şahiya destpêka olîmpiyatê, derhêneriya hunerî ya şahiya dawîlêanîna olîmpiyatê jî ji aliyê derhênerê navdar ê çînî Can Yimou ve hate kirin.
Alên 204 welatên ku beşdarî olîmpiyatê bûn anîn nava sehayê û dûre sporkar hatin ava sehayê. Piştî axaftina Serokê IOC'ê Rogge sirûda neteweyî ya yewnan û îngilîz hate xwendin ala olîmpiyatê jî tevî alan bilind bû. Piştre Şaredarê Pekînê Guo Jinlog ala olîmpiyatê teslîmî Şaredarê Londona Îngilistanê Boris Johnson kir ku di sala 2012'an de dê olîmpiyat li wê derê li dar bikeve. Piştî teslîmkirina alê heta careke din li olîmpiyateke nû bê pêxistin agirê Olîmpiyata 2008'an hate temirandin. Bi vî awayî olîmpiyatê ku ev 16 roj bûn li dar bû bi awayekî fermî bi dawî bû.

Ji Olîmpiyata Pekînê hin agahiyên serketinê:
- Soberînerê DYA'yî Michael Phelps di 8 waran de 8 madelyayên zêrîn bi dest xist û bi vê yekê navê xwe li dîrokê nivisî. Di her du olîmpiyatên dawî de Phelp bi giştî 14 xelat girti. Heta niha li olîmpiyatan sporkarek ji Sovyeta Berê Larissa Latinina bi giştî 18 madelya girtiye û rekor di destê wê de ye. Ger Phelps beşdarî Olîmpiyata Londonê ya 2012'an jî bibe û 4 xelatan bigire dê rekora Latinina jî bişkîne.
- Usain Bolt ê ji Jamaîkayê di bezîna 100 metreyî de bi 9.72'yan rekora dinyayê şikand.
Bolt di beza 200 metreyî de dereceya 19.30 bi dest xist û rekora Michael Johnson a 19.32 şikand. Johnson di sala 1996'an de li Olîmpiyata Atlantayê ev rekor bi dest xistibû. Bolt di 4x100 metre ya pêşbaziya alê de jî madelyaya zêrîn girt û di her sê fînalan de jî rekora dinyayê şikand.
- Jamaika digel mêran di warê jinan de jî serketî bû. Di 100 metre beza jinan de hemû madelya ji aliyê jamaikayiyan ve hatin bidestxistin. Ji
- Ji Etiyopyayê Kenenisa Bekele di atletîzmê de hem di beza 10 hezar hema di beza 5 hezar hezar metre de madelyaya zêrîn girt. Bekele bi vê yekê bû 5'emîn atlet ku vê bi dest dixe.
- Atleta rus Îsinbayeva bi rewtê xwe ji bilindiya 5.05 metre avêt û rekora dinyayê şikand. Ev 24'emîn rekor e ku Îsinbayeva dişikîne. Antrenorê Îsinbayeva da zanîn ku ew dikare ji ser 5.20 metre bilindiyê bavê, Îsinbayeva jî got: "Belê ez jî bi vê yekê bawer im." Ka di olîmpiyatên pêş de dê ew çi bike?
- Çîn di warê mazûvanî de serketî bû, di warê sporê de jî bi ser ket û bû welatê ku herî zêde madelyayên zêrîn bi dest dixe. Çînê 51 zêrîn, 21 zîvîn û 28 jî bronz bi giştî 100 madelya bi dest xist. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) digel ku 110 madelya girt jî ji ber ku Çînê zêdetir madelyayên zêrîn bi dest xistin Çîn bû yekemîn, DYA bû duyemîn.
- Di olîmpiyatê de Îngilistanê serketinek bi dest xist û bi giştî 47 madelya girt, di warê girtina madelyayan de bû 4'emîn welatê ku herî zêde madelyayan bi dest dixe.

Wekî notek, Tirkiye ku bi gelek sporkaran beşdarî olîmpiyatê bû û berî olîmpiyatê digotin dê gelek madelyayan bi dest bixe, tenê karî 8 madelyaya bi dest bixe û di nav welatên ku herî zêde madelya bi dest xistine de bû 37'emîn.

Çend xal jî li ser şahiya dawîlêanîna olîmpiyatê:
Ji bo muzîka dawîlêanîna olîmpiyatê bê sazkirin 600 saet xebat hate kirin û 19 bestekar bi giştî muzîkek bi qasî 30 saetî amade kir.

Di merasimê de 2 hezar û 547 jê hatibûn programkirin bi giştî 2 hezar û 583 ampûlên taybet di stadê de hatin bi cih kirin.
Pergala ronahîkirinê ku hatibû amadekirin 300 ton giran bû û sazkirina wê 5 meh dom kir.
Di merasimê de ji 18 stîlan 4 hezar û 10 kincên taybet hatin çêkirin. Di nav 232 kadroyên vê sazkirinê de 9 jê biyanî bûn.

Ji bo fotoyên şahiya dawîlêanîna olîmpiyatê:

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ozonderê MHP'ê, Dicleyê BDP'ê û Eronata AKP'ê

ad

Bilêtên festîvalê têne firotin

ad

Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin

ad

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû

ad

'Li hemberî zarokên me ev zilm e'

ad

Kincên wê bi mîlyon dolaran hatin firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname