Diyarname
KNK ji bo di nav kurdan de yekîtiyeke saz bike 'Belgeya Stratejîk a Neteweyî' saz dike û dide nîqaşkirinê.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo di nav kurdan de "Belgeya Stratejîk a Neteweyî" li ser berjewendiyên demokratîk a neteweyî saz kir. KNK niha dixwaze vê xalê bi raya giştî, bi nivîskar û rewşenbîrên kurdan bide nîqaşkirin.
Belgeya ku ji 9 xalan pêk tê li ser têkiliya kurdan a bi hev re, rewşa welatê wan, dewletên serdest, têkiliyên navneteweyî hatiye sazkirin. KNK'ê wisa gotiye: "Em wekî KNK dixwazin raya giştî ya neteweyî bi awayekî berfireh nîqaş bike, encameke bi fêde ya ji bo gelê kurd jê derxe holê."
Kesên bixwazin dikarin bi van navnîşanan re bikevin têkiliyê, dîtinên xwe bibêjin, yan jî ji bo nîqaşê belgeyên ku hatine amadekirin bixwazin:
Kurdistan National Congress - KNK
Rue Jean Stas 41,
1060 Brussels
Tel: +32. 2647 3084
Fax: +32. 2647 6849
website: www.kongrakurdistan.org
e-mail: kongrakurdistan@gmail.com


