Diyarname
Di encama lêkolînên zanistî de derket holê; mêr jinên paqdirêj ji jinên din seksîtir dibînin.
Li Îngilistanê Zanîngeha Brunel lêkolîneke kir û diyar kir ku mêr jinên paqdirêj (çîpdirêj) ji jinên din dilbijînertir û seksîtir dibînin.
Di lêkolîna ku hate kirin de ji mêran hate xwestin ku hilbijartineke ji nav jinên di heman bejnê de lê paqdirêjtir binirxînin, mêran ew paqdirêj tercih kirin.
Di heman demê de di lêkolînê de hate gotin ku Raquel Welch, Scarlett Johansson û Marilyn Monroe ku ew jî paqdirêj in ji jinên din bitendurîstir, ji aliyê têkiliyên xwe yên mirovî de ji diltir û di heman demê de xwedî paşerojeke dewlemend in. Hate gotin ku jinên paqkin meyla nexweşiyên diyabet û dil bi wan re heye.
Dîsa di vê lêkolînê de keçikan jî mêrên milfireh û paqkin zêdetir seksî dîtin.