Diyarname
Helbestvanê navdar ê ji Filistînê Mahmud Dervîş li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da.
Helbestvan Dervîş sê roj berê li Amerîkayê ji dilê xwe emeliyet bûbû, îro rewşa wî giran bû û jiyana xwe ji dest da. Sê roj berê dema li Houston Memorial Hermann a li Teksasê emeliyet bûbû dixtoran diyar kiribû ku emeliyeta wî baş derbas bûye, lê îro ji nişke ve rewşa wî giran bû û mir.
Rêveberên Filistînê dan zanîn ku ewê cenazeya Dervîş bi ser Urdunê re bibin Filistînê.
Helbestvan Mahmud Dervîş di sala 1941'ê de gundê El-Berva a Akko ku niha di nav sînorê Îsraîlê de ye hatiye dinê. Di sala 1948'an de bi şerê di navbera Ereb-Îsraîlê de ew û malbata xwe gund terk dikin.
Dervîş di zarokatiya xwe de dest bi nivîsandina helbestê dike û dema yekem helbesta xwe dinivîse wê demê di El-Ard de kar dike. Dervîş berpirsiya karên nivîsaran a rojnameya El Îttîhad û yê kovara El Cedîd kiriye, carekê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye girtin, di sala 1970'yî de jî ji Îsraîlê hatiye sirgûnkirin.
Dervîş ku heta niha helbestên wî li dor 20 zimanan hatine wergerandin di sala 2003'yan de Xelata Nazim Hîkmet a navneteweyî girtibû. Mahmud Dervîş ku heta niha gelek stranbêjên ereb helbestên wî xwendin, di sala 2006'an de jî di nav berendamên xelata Nobelê ya Wêjeyê de bû.
Helbestvan Dervîş di sala 1982'yan de piştî bûyerên Sabra-Şatilla destana "Keleha Beyrûdê" nivîsand û bi vê qesîdeyê di sala 1984'an de li Yekîtiya Sovyetê Xelata Lenînê girt.
Foto ji malpera Weşanxaneya Avestayê hatiye girtin