Amed
Lîstika şanoyê ya Teatra Bakur 'Dîwar' yekema car li Amedê derket pêşberî şanohezan û lîstik bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.
Di çarçoveya Li Hemberî Asîmîlasyonê Çalakiyên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG) de Teatra Bakur a di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebatên xwe ya şanoyê didomîne, lîstika bi navê ‘Dîwar’ li Salona Şanoyê ya Şaredariyê pêşkêşî temaşevan kir. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Ji her temenî gelek temaşevanan li lîstikê temaşe kir.
Di lîstika ‘Dîwar’ de jiyana 2 karkerên kurd ên dîwarê girtîgehê çêdikin tê vegotin. Lîstika Muzaffer Îzgu ji aliyê Cemîl Oguz ve li kurdî hatiye wergerandin. Lîstika ku Nazmi Kahraman derhêneriya wê kiriye Omer Şahin û Îhsan Gumuşten têde dilîzin.
Di çarçoveya Turneya Bajarên Kurdan de, lîstîk piştî Amedê dê li Batman, Nisêbîn, Qoser û Wêranşarê bê lîstin.
Azadiya Welat - Diyarname
**
Nûçeyên bi vê ve eleqedar: