Feratê DENGIZÎ (M.Aydın ALÖKMEN- Aydin Xoce)
Firoke, kevokek e. Ew malbata xwe û geelek kevok, di baniyê Zindana Amedê de dijîn. Firoke pirr bihêrs û cansivik bû, tim û tim dixwest tiştên nûh hînbibe. Ji jiyana refên xwe û têkiliyên wan aciz bû. Car caran di diya xwe re diket gengeşiyê.
“Dayê, çima hinek kevok tim rûdinên û bi ser de jî xwe pirr qurre dikin. Em hinek jî ji wan re xizmetê dikin.”
“Ew ne karê te ye. Li cîhê xwe rûnê!”
“Ê de tu jî timî ji wan re bişuxul.”
Dixeyîdî û çeng dibû, Firoke. Heya ku tê de hebû bihêz û lezî bi asîman diket, bilind, bilind dibû, heya reşk û tariyê. Bi ber re jî difikirî; “Êm, em tînin hêlînê. Kozê em paqij dikin, periyê çêlikên wan jî em dişikinînin... Ew timî radizên, fermandariyê dikin, me vir de û wir de dişînin. Zivistanan dertên ber rojê û xeremalî çavên xwe digirin, tu dibê qey ev dinya wan avakiriye... Na, na!.. Çewtiyek di vî îşî de heye...” Çend hevalên wê jî hebûn, bi wan re jî diaxivî, wan jî tiştek ji ber hev dernedixist. Revok nêrkevokekî jêhatîbû, ji hevaltiya Firoke jî hesdikir. Lê hebikî tirsonek... Firoke carina bi hêrs diçû ser;
“Çima serdestî û bindestî? Ew serdestî me ne, û em stûxwar. Cîhên xweş, nêzîkî kulekan ên germ ji wan re zivistanî. Havînî jî cîhên hênik. Em timî şerpeze... Havînan cîhên germ û zivistanî jî yên qerisî. Em ji wan bêhtir jî dixebitin!”
“Bêhna xwe fireh bike. Em ê çareseriyekê peyde bikin. Lê ez jî nizanim. Em ji hinekên ku sal kevn kirine bipirsin.”
Di firrê de, bi şevan, timî li ser van tiştan diaxivîn. Kevoknî din jî hebûn, li ser baniyên din. Ji wan jî çend heval hebûn. Li wira jî rewş wiha... Yek ji wan hebû; Sorik, pirr biaqil û çeleng. Digot; “Pîrekî me heye. Dibêje, ne wiha ye. Em biguherin vê jiyanê... Em şerr bikin, lê berî her tiştî rêxistin divê. Divê em ji însanan gelekî tiştan hîn bibin.” Firoke digot, “em herin cem wî” lê Revok bi tirs digot, “de ecele mekin.” Reşik û Belek jî hebûn, lê ew koleyên mezinan bûn. Firoke û hevalên xwe gotinên xwe ji wan diveşartin. Firoke car carina pirr aciz dibû, bi tenê, bi hêrs ber bi azmanan diket. “Ez ê ji vira herim, ev jiyan wiha nabe... Cîhekî ku ez lê azadbim, ku jiyaneke wekhevî lê hebe. Erê, herê, ez ê herim... Lê pêşî ez firek bişid hîn bibim ku zû û nedîtî ji vira biqetim. Ez hêvî me ku warên azad û xweş hene. Ew kevokê kal, nasê Sorik çi digot? Hii... Digot: Asteng ji jiyana kes re tune ye. Tenê ku meriv bi hêvî û bêtirs be.”
Rojekê, sibeh e, berê xwe da asîmanê şêrîn î şîn û bilind bû. Bihar e, dinya pirr û pirr xweş... Amed li binyê; sûk, kuçe, mal, banî... Beden û Şetê Tîjle... Ew çiqas bilind dibû, pê xweş dihat. Di şîniya asîman de xwe azad û kêfxweş didît. Dikaribû bi rojan bifire... Rojek ji yên gulanê ku xweşiya xwezayê û firehiya asîman ew pirr dilxweş dikir. Hêl da xwe û pirr bişid û berbilindî firiya...
“Erê..! Ez ê îroj herim. Jixwe Revok dudilî ye, bi min re nayê.”
Bi şida firê hebikî gêj bû û xwe winda kir, guhên wê bi hêla firê te digot qey teqiya. Difiriya, diket, pirr bi xwe nizanibû. Hew xwe dît ku li ser baniyê zindanê ye, li qiraxa banî li bin xwe nihêrî ku rewşa girtiyan ne weke her rojê ye. Berê jî carina li wan dinihêrî, lê tiştek ji wan fêhm nedikir. Îroj çûn û hatina wan cuda bû. Leşker, qardiyan û girtî tevlîhev... Awaza wan jî balkêş. Di demek kurt de gêjiya wê derbas bû, li hewşa zindanê qenc nêrî; ev çi hal e..? Hela, hela..! Gotin û awazên wan fêhm dikir. Firoke guherîbû... Piştî fira bişid, mejiyê wê, çavên wê, guhên wê, jiyan û û dinya wê bi awayekî dinê... Ewilî tirsiya; “Gelo, ez mirime û ev der warekî din e!” Na, na... Cîh ên her roj. Zimanê însanan fêhm dikir, kurdî, tirkî, heps, zindan, skence, hawar, durûşme... Ev çî ye? Firoke jî yek ji wan. Çav û mejiyê wê weke însanekî, her tişt jê re zelal. Hercûmerc, şerrê mezin li qawîşa 29’an. Leşker û qardiyan dijmin in, weke serdestên me. Girtî jî weke me bindest, mirov, dost û hilbet jî kurd in. Firoke got; “Ez jî kurd im.” Hima di wê deqê de..!
Girtiyan, yanî hevalan bangî hev dikir in;
“Sîh û pênc... Durum çiye?”
“Bîst û şeş, li derve binêrin. Malbat hatine?”
“Sîh û şeş..! Sîh û şeş... Bersiv bidin!”
“Bîst û heft. Rewşa we çawa ye?”
“Bîst û şeş. Rewşa bîst û nehan çawa ye? Ji mere bibêjin.”
Roj hatibû nîvro. Zindan dihejiya. Li bîst û nehan dijmin bi dar û jopan ketibû nav hevalan, her der xwîn. Cam, şibake dişikestin, li her derê û li her hewşê agir pê diket. Heval jî ketibûn destên hev û bi devekî, bi dilekî diqîrriyan;
“Bimre skence..!”
“Rûmeta însên dê li hember skencê bi ser keve..!”
Qawîşên din jî tevan ev durûşme tavêtin. Li dervî zindanê malbatan xwe da bûn ser hev. Bi durûşmeyan tevlî yên zindanê dibûn. Li derve jî dijmin diçû ser gel, ser malbatan. Lê çi xem! Dilê gel û girtiyan, dîliyan bûbû yek.
Ji nedît ve qawîşa bîst û siseyan û sîhpêncan bi hev re dest pê kirin.
“Stalîn digot sîleh û sîleh...” û dirêj kirin. Ev deng bû gule... Ji aliyekî hovîtî, ji aliyekî jî dilê însên, tazî, lê bihêrs û bêtirs. Firoke şaş ma. Erd û asîman, xweza, kevir û kuçik, hewa, av, ax, ba, tev şaş man. Herê, dil û gurcik bi çekan, bi dar û jopan karibû. Gelo ev çi sir! Ev çi hêz!
Herê... Rojên din hevalan ev bûyer nirxandin. “29’ê gulanê 1996 li qawîşa 29’an dijmin êrîş kir ku, rojiya me ya birçîbûnê qut bike. Nozdeh hevalên me bi birînên giran koçberî zindana Dîlokê kirin. Lê em ê dom bikin. Em mafê xwe yê însanî û siyasî bi dest bernadin....” Axaftinan dom dikir. Poste poste diketin rojiya birçîbûnê... Êrîş di roja sîh û çaran de pêk hatibû. Firoke bûbû tiştekî ecêb. Zû radibû, diçû ber şibakek Qawîşa Panzdehan. Li hewşê, li hevalan dinêrî, guhdar dikir, wextê perwerdê jî guhdar bû... Gelek tişt fêhm dikir; Sosyalî, Kurdistan, siyasî, mijokdarî, Marxî, dijmin, dost, wekhevî, şerr, welhasil ew jî bûbû siyasî. Ew jî girtiyeke... Rewşa wan çiye, ew jî yeke ji wan... Zindana Amed, Mazlûm, Ferhat, Xeyrî w Kemal... Tekoşîn û berxwedan, derz zêde fêhm dikir, ji tiştan wate digirt. Şerrê jiyanê û însanetiyê çiyê? Û herwiha. Ku girtiyan, yanî hevalan dest bi durûşmmeyan dikirin, ew jî li wir... Li ber şibaka Panzdehan... Hevalên xwe jî elimandibû, fêr kiribû. Hayê malbatan wan digihandê. Mal bi mal şibakên wan dizanibûn. Rojekê dîsa guhdar bû. Helbestek pirr xweş, hêstir ji çavên wê anî bû.
Min Mazlûm dît
Di xewna xwe da
Berê wî li rojê
Eniya wî dibiriqand
Û
Devliken
Jiyan di awirên wî re
Diherikî
Digot
Ji boy azadî û serxwebûnê
Ev destpêke
...................
Hûn li ku ne..!
Berxwedana rojiya birçîbûnê didomand. Bi tevayî, zêdehî sê mehan dom kir. Dawiyê dijmin gav pêş de avêt. Bi eziyetnî mezin, lê bêşehadetî, bi zanehiyeke xurt lewbazî bi dawî bû. Mafên girtiya bi pirrî bi cîh hatin. Lê ‘bextê Romê tune’ bû..!
Em vegerin jiyana Firokeyê û refên wê, hevalên wê. Piştî ew guherîna wê, demek dirêj rewşa xwe ji hevalên xwe ji malbata xwe veşart. Lê Revok zû pê hesiya. Wî jî gelek tişt fêhm kirin. Têkilî bi Sorik û gelek kevokên dinê re danîn. Dest avêtin ser jiyana kevokan û li gor xwe şoreşek mezin pêk anîn. Jiyaneke bi rêxistin û wekhev, bi bingeha kedê li dar xistin. Jiyana xwe jî bi ya girtiyan ve girêdan, heya ku şoreşa wan jî here serî, ew dê alîkar bin û bitekoşin. Jixwe candar tev ma ne meriv bûn? Teyr, heywan, însan, gîha, dar û ber ma ne ji bingehekê hetibûn? Ev jiyana wan, a ya niha di demek pirr kevn de bi ya candarên dinê re ma ne girêdayî bû? Şêwe çawa be jî, candar û hebûna xwezayê tev meriv in. Ji ber vê yekê divê ku candar û bêcan tev li hev bibin xwedî. Jiyan bi hev re dê heja û giranbuha bibe, birûmet bibe. Ew jî dê bi ramana van mirovan pêk bê. Û bi rêberiya Serokê mezin, Serok Apo..! Firoke pirr Serok miraq dikir. Da ew jî here hinda wî, aqademiyê... Lê beriya her tiştî divê mirov bi tekoşînê xwe liyaq bike. Revok ji berê jêhatîtir û bêtirs bûbû. Sorik jî wisa. E van xayînên weke Reşik û Belek jî ji xwe bi dûr xistibûn û cisnê xwe hînî jiyanek xweş dikirin. Ma ji berê ve kevok ne hoste û sembola aştiyê ne! Heya jiyaneke bêsînor û wekhev ew dê ji bo aştiyê şerrbikin. Firoke qenc fêhm kiribû ku; ji şerrê jiyanê re cîh ne girîng e..! Xetereya mirinê ya nefsî ya pêşîkêş ku tune be, divê mirov koçber nebe û li warê xwe bitekoşe. Lê ku mirov mejbûr bibe koçber jî dibe, war diguhere, Mîna Hz.Mihemed. Lê tekoşînê qut nake, bi xurtî li welêt vedigere. Wek ku Serok ji Aqademiya rêheval Egît hêzê diafirînê û ber bi Kurdistanê ve bi rê dike ku roja azadiyê pêk bîne û bi serbilindî vegere. Li me dikeve ku em jî li warê xwe şerr bikin û gav bi gav azadiyê bînin. Divê ku em Amedê gav bi gav azad bikin û ji roja mezin re amade bikin. Welhasil qedera me û hevalên zindanê bû yek, heya ku em zindanê bişikînin.
Jiyana kevokan zehf xweş bûbû. Jiyaneke bi pergal dest pê kiribû û li dijmin miqate bûn. Komikên xwe, komîteyên xwe ava kiribûn û ketibûn xizmeta zindanê û girtiyan, a dîlên şerr... Tev bi coş û kêfxweş bûn. Sorik digot, “divê ez tola çaran hilînim.” Sibe û êvar diciviyan û ji her tiştî hevûdû agahdar dikirin, ji bo karên sibehê xwe amade dikirin. Di hefteyê de carekê jî li malbatên girtiya digeriyan û dibûn mêvan û behsa roja bîst û nehê gulanê dikirin: “Heval bê taqet in. Birçî. Ev sîh û çar roj in tiştek ne xwarin e û ji 27’ê adarê vir de jî birçîbûna bidor didomand. Welhasil halê wan nexweş e...Lê bîr û bawerî pirr xurt. Wê rojê dijmin li tevayê zindanê lêgerîn pêk anî. Bîst û neh hişt paşiyê; ku hevalên birçîtiya bêsînor, li vira li vê qawîşê lewbazî didomand in. Li gorî pîlanên xwe digot: ‘Ez posteyên ewil rabikim, koçber bikim dê berxwedan bişikê.’ Qardiyan, leşker, polês bi jop û daran, darên stûr êrîşî girtiyan kirin. Postê ewil li hundir di nav livînan de mabûn. Jixwe bêtaqet bûn. Hevalên dinê li hewşê man. Heval, weke govendê ketibûn destê hev, hevûdû bernedidan. Bêrûmetê bijîşk ew nas dikirin. Yeko yeko ew şanî serleşker dikir. Bi darê kotekê heval ji hev qetandin. Heya ku gihandin temafîlê, rîngê, li hêwanê û derve bi jopan û daran li wan didan; li wan dixistin. Serî, rû, nav , dest, ling ku bi ber wan keta... Her aliyên wan tevî xwîn. Lê ne xem. Heval ji ya xwe danediketin. Tevan durûşme diqîrriyan. Wê çaxê mirov fêhm dikir ku bîr û bawerî û raman çiye? Serê xwe ji ber dijmin danetanîn. Nozdeh heval, yeko yeko bi lêdanê gihandin temafîlê û birin nexweşxanê, lê hevalan derman, dermanderî qebûl nekirin. Li wira jî bi lêdan dîsa rîng û Dîlok... Hevalan, îjar li zîndana Dîlokê dest bi rojiya mirinê kirin. Ji hal ketibûn, ji halekî ketibûn halekî dinê. Hestî w çerm mabûn, li ser lingan nedisekinîn. Piştî sê rojan li zindana Dîlokê tevlî hevalên wê derê bûn. Lê bi birînên xedar... De werin li hember vê hovîtiyê nebin şoreşger. Tu benî rihm vê zilmê qebûl nake.” Axaftinên Firoke û hevalên wê malbatên girtiya pirr bihêz dikir, moral dida wan.
Şibaka hewşa sîh û pênca û panzdeha (hewşên wan yek bû. Qawîş raserî hev in û bihejmaran tên nasîn; mîna 15, 27, 33 û hwh...) ji Firoke û Revok re bûbû war. Her dem li wira bûn û bi kêfxweşî, bi balkêşî li girtiyan dimeyizand in. Dîlan, mihrîcanên rojên fermî, werzişa beyanê, lîstika gokê, heya bi çûn û hatinê... İlim jî xweşiya êgir!
X X X
Herê..! Gelo, mirov wê rojê çawa bîne ziman. Ma pênûs kare binivîse û wateya şehadetan derxe holê. Lewra ew can û rihê welatekî, jiyaneke bêkedxwarî û bêsînor dawerivandin mejiyên me, di nêrîna xwe de dipejiqandin... Sal 1996, 24’ê êlûnê... Weke stêrkan xwericîn. Mehmet ASLAN, Ridvan BULUT, Kadrî GÛMÛŞ, Cemal ÇAM, Ahmet ÇELÎK, Erkan PERÎŞAN, Nîmet ÇAKMAK, Edîp DÎREKÇÎ, Hakî TEKÎN û M.Sabrî GÛMÛŞ. Herê..! Rêhevalno, îro hûn tevlî Mazlûman bûne... Hûn li mala heq, em li ya derew in.
Rojek ji rojên Amedê. Dîsa Firoke li şibakê, şibaka panzdehan.... Nerîna rêheval Mehmet Aslan ketiya mejiyê wê, ji bîr nake, ji bîr nabe. Derketiye ber şibaka hêwanê(korîdor-malta), destê çepê li kêlekê û kenekî weke rojê li ser lêva wî, bi girtiyên Sîh û pêncan û Panzdehan re diaxive;
“Vê derbê neyta dijin xerab e. Lê bêminet e..!”
Roj Sêşem, piştî nîvro. Girtî diçin hevdîtinê. Hevalê Mehmet û du rêhevalên din jî dertên cem bijîşk, hevdîtin a malbatan, a qawîşa Bîst û nehan e. Xirecirek hat guhên Firoke û bi balkêş ber bi wir de firiya. Lê dîwar û derabeyên hesin ên zindanê nedihişt ku qenc bibîne. Girtiyan dest bi durûşmeyan kirin. Lewra di hevdîtinê de, li ber deriyê Sîh û pêncan, qardiyan û hevalan guftegot kirine, qardiyanên qontra ji ewil de li benda maneyane jixwe. Tevde giregirên faşîst û hovên mezin wê rojê li Amedê ne(Serok-komar Demirel, Serokvezîr, Serleşker û hvd.), xwîn dixwestin, her ku gerîla roj dertanî û bilind dikir li Kurdistanê... Ji rojiya birçîbûnê jî birîna dijmin kûr e. Roma Reş dîsa xwîna zelal dixwest, mîna Dêrsim, Zîlan û Helepçe... Tim û tim jî berê xwe dida yên destvala, bêçek, ên ku çeka wan dil û mejî ye. Ji aliyekî leşker, ji aliyên din jî polês û qardiyan; darbidest, jop, mertalên hesin û mîxferên pola, êrîşî sîh girtiyî kirin. Hevdîtar û hersê hevalên nexweş li hêwanê ne. Gotin wan; “xwe bisipêrin, teslîm bibin. Li ber me çok bidin, bibêjin çîz!” Kîjan dîrokê nivîsiye ku kurd xwe bisipêre dijmin, dijminê hov... Girtiyan dest dan hev û durûşme qêrriyan. Tevayê zindanê dest bi durûşmeyan kir, dijmin jî çekên xwe şixulandin. Firoke vê gavê qawîş bi qawîş geriya û hin hevalên xwe şandin cem malbatan, gel civiya. Amed rabû ser piyan û herikîn hawirdorê zindanê. Lê dijminê hov li derve jî tevdîra xwe girtibû. Awaz û merşên girtiyan asîman dihejand. Ji Sîh û şeşan girtiyekî helbesta ‘Amed’ bi dengekî bilind xwend, rihê şehîdan û ilim jî yê rêheval Elî Temel şad kir. Got; “Ameeeeed, Amed... Em te ji kesî re nakin yar...” Bersiv ji Sîh û pêncan... “Em li Botan dibazin, endamê PKK’ê ne...” Şerr kî çi şerr... Li her derê agir dest pê kir. Girtiyan li hewşan agir kirin ku peyamê bidin gel. Dijminê hov jî lêdana mirinê didomand. Mejiyên şehîda belav bû li hêwanan, dîwar û erd tev de xwîn... Xatir xwestibûn ji bo tevlêbûna Ferhat û Xeyrî... Serî, çav, tiştek bi wan nehiştin. Girtiyên dinê destgirtî, bêçek û bêçare... Lê dîrok dizane ku ew ê dijmin çi di bedêlê de bide. Ev tev ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe. Girtiyan ev rewşa şehîdan û belavbûna mejî û xwîne xisitn mejiyên xwe, bi serê xwe ve, bi mejiyê xwe ve patin, kirin kîn û and ku xwesteka şehîdan bi cîh bînin, dê bêhnvenedin heya roja sor... Sekin dê tunebe heya hêviya mezin pêk bê, heya roja serkeftinê.
Cerda hov û moxolan
Êrîşkirin girtiyan
Tev biçek û darbidest
Bi mîxferên pola
Weke gurên har
Lê dil bitirs
Girtî dest vala
Bi dilên tazî
Tev bawerî û îman
Raman ew kirin pêlewan
Li hember çekan
Bijî S.... A..
Bijî P..
Bijî K........
Serî dan
Xwe nesipartin dijmin
Hebûnê şerm kir / Asîman çirriya
Ji ber vê hovîtiyê
Û
Berxwedana van lehengan
Mirinê xwesipart
Ezraîl got, “Eferîn” / “Destê min bişlikê”
Serîrakir
Û
Roj giriya..!
Ewrên tarî belav bûn, roj qulipî ya din rojê. Deh şehîd. Girtiyên dinê bi birînên giran koçberî zindana Dîlokê. Kevokan jî şehîdek da. Di berxwedana 24’ê Êlûnê de Sorik xwe avêt agirê hewşa Bîst û nehan... Ew der hewşa Sîh û siseyan, warê çaran bû! Xwe gihand çaran, silav de hijdê gulanê, bû mêvanê Ferhat, sozê xwe bi cîh anî. Hêstir ji çavên girtiyan bariya, digotin; “Herê... Doza me kevir û kuçik jî anîn ziman.” Û silav didan kevokan, ji wan re jî digotin, “Sebrê bikişînin, heya Welatê Rojê û Zarokên Agir azad bibin...”
Piştî vê bûyerê yên qels û rêhevalên şoreşê bûn du beşan her kesî xwe dan aliyê xwe û hinekan jî xwe avêti erdê, mexel hatin. Şerr hevalbendî jî xurt kir. Qels û çirûk diketin erdê yên pola dimeşiyan. Rewş hate nirxandin. Firoke mabû ecêmayê, “Em çûk bi xwe dozê fêhm dikin... Serok rih dide keviran, dimeşîne... Ev çawa mehlûq in, fêhm nakin. Wey li aql’e wan, wey li halê wan...”
Erê zindana Amedê, te çi dît û çi nedît. Dîroka te dê bê nivîsandin. Lê çiqas hunermend be jî nivîskar ew dê kêm be ew nivîs. Derdên ku têne kişandin, têne jiyandin bi gotin û nivîsan fêhm nabe. Lê azadî heja ye! Bêje gelê kurd, te çi kişand..! Bêje kurdo, te çi derd kişand..! Amed dilê Kurdistanê, dlê Amed jî zindan... Dilê Kurdistanê zindan... Roja ku bişikê zindan –ew roj ne dûr e-, jiyana xweş, azad û li gorî mirovahî dê li dar keve, wê çaxê ev derd dê tev bibin bîranîneke heja û dê tîrêjê bide her alî... Heya govenda mezin! Ne xwezil bi dilê pêrçêmikan.
X X X
Firoke weke agir dixebitî, lê melûl... “Divê ez pirr bitekoşim, xwe xurt bikim û amade bikim ku Serok hat Amedê, roja serkeftinê, serê min bilind û dilê min xurt be... Sêwirandina wê rojê bi xwe mirov dicoşîne.” Bi hênekahiya sibehê xwe berda asîmanê Amedê... Dengên xweş, weke straneke dirêj, ji aliyê çiyê ber bi guhên wê ve dihat. Hengama bazaran jî weke şerrê rojê... Zarokên şêrînfiroş çav dikirin hev, kenê xwe bi polêsên dijmin dikirin. “Zarokên Çîlerê! Dîsa balafireke we ketiye...” Herdu tiliyên wan bilind, silav didan Firokê...
Şerrê azadiyê pirr û pirr xweş e, mirov xweşik dike. Yên ku fêhm bikin.
15 Pûşper 1997
***
Nivîsa eleqedar: