Diyarname
Ehmed Huseynî, helbestvanê mezin ê kurd. Xwedî berhemên giranbuha. Ê xwedî helbesteke rewşenbîrî, xwedî helwesta xwedîlêderketina têkoşîna gelê xwe... Ev Ehmed Huseynî bi Xelata Rûmetê ji aliyê Komeleya Nivîskarên Amedê ve hat xelatkirin.
Komeleya Nivîskarên Kurd ku serê vê mehê kongreya xwe li dar xistin û rêveberiyeke nû saz kirin, dest bi xebatan kir. Komele di sala 2014'an de dikeve 10 saliya xwe. Komeleyê ji bo 10 saliya xwe biryara dayîna Xelata Rûmetê girt. Û ji ber xebata wî ya ji bo ziman û wêjeyê, ji ber helwdana wî ya li Rojava, ji bo keda wî ya salan komeleyê Ehmed Huseynî hêjayî xelatê dît. Ji bo merasima xelatdayînê êvara 8'ê mehê li Şanogeha Navenda Çanda Cegerxwîn merasimeke hat li dar xistin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Cîgirê Hevserokên BDP'a Amedê Eşref Mehmetoglu, Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfi Baksi, endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê Cabbar Leygara, endamên Meclisa Giştî ya Bajêr, Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û gelek nivîskar beşdarî merasimê bûn.
Merasim ji aliyê nivîskar Sîdar Jîr ve hat bi rê ve birin. Helbestvan Ehmed Huseynî xelata xwe ji destê Hevserokê Komeleyê Mehmet Yilmaz girt. Huseynî de dema xelatgirtinê de got "Min dilê xwe li Rojava hişt".
Di şeva ku Gulistan Akbaş, Mihemed Ronahî, Mehmet Deviren helbestên Ehmed Huseynî xwendin de, Sekreterê Giştî yê Komeleya Nîviskarên Kurd Îlhamî Sîdar got ku komeleya wan di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemîn komeleye ku navê kurd bi awayî fermî bi dest xistiye û li ser xelatê jî got ku ew dê her sal vê xelatê birin. Sîdar got ku dikare ev xelat wekî Nobela Kurdan bê hesibandin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axavî û got: "Di nav çanda gelekî de, di nav ziman, bîra gelekî de hunermend, helbestvan û nivîskar bêmirin in. Ehmed Huseynî jî yek ji hunermendên bêmirin e."
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz jî ji bo Huseynî wisa got: "Ey mamoste, em wekî Reveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, dibêjin: Ji bo ked û xebata te ya çandî û rewşenbîrî, ji bo şoreşgeriya te ya kurdistanî, tu yê vê diyariya me, li ser navê xwe, vê wekî xelata rûmetê û ji bo me jî; wekî ku me wazîfeya xwe ya biratîya Rojava tam bi cih nanîye, li ser navê biratîya Rojava, wekî lêborîna me qebûl bikî."
Ehmed Huseynî kî ye?
Helbestvan Ehmed Huseynî di sala 1955'an de li Amûdê hatiye dinê. Di sala 1983'yan de ji Zanîngeha Şamê Lîsansa Felsefeyê girtiye. Ji sala 1989'an ve li Ewropayê dijî. Pirtûka wî ya yekemîn bi navê "Mistek ji Şîna Bêcir" di sala 1990'î de (Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê) hatiye weşandin. "Bi xewna we pênûsê dilorînim" (Weşanên Jîna Nû, 1993), "Rono û Sirûdên Bêrîkirinê" (Weşanên Jîna Nû, 1994), "Bazbend" û "Kewname" (Weşanên Apec, 1999) derketin. Weşanên Avesta di sala 2002'yan de hemû pirtûkên wî bi navê "Dîwan/Berhemên Giştî" de çap kir. Piştî vê Weşanên Belkî pirtûka Huseynî "Bajarê Dirinde" (2003) û Weşanên Aramê pirtûka wî "Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî" (2004) çap kir. Her wiha Belkî di sala 2011'an de jî pirtûka wî "Ronoya" weşand. Heman salê Weşanên Ronahî jî pirtûka wî "Naveki kuştî ji navên te yên kesk bûm" weşand.
Huseynî niha li Londonê dijî, ji bo televîzyona Ronahî bernameyeke amade dike û her wiha di Azadiya Welat de qunciknivîskarî dike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.